Kaya: Em li hemû girtîgehan 3 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin 2018-09-09 09:29:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin dê di 12'ê Îlonê de ji bo 3 rojan li hemû girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.    Girtiyên siyasî yên PKK'ê û PAJK'ê li dijî zext, tundî, tecrîd û êrîşên li ser nasnameya kurdan di 12'ê Îlonê de ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de dibe dîl ketibin destê faşîzmê û lê tu carî teslîm nebûne û têkoşina wan berdewam dike. Kaya, anî ziman ku li dijî faşîzma AKP û MHP'ê bi salan li ber xwe dan û wiha got: "Em girtiyên PKK û PAJK'ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiye bi salan li dijî hemû îşkenceya îtîfaqa faşîzma AKP-MHP'ê bi salan li ber xwe dan. Faşîzma ku li ser zindanan zext meşandin çawa rastî berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin, bila zanibin îro jî dê rastî heman berxwedanê bên. Em wekî şopdarê xeta berxwedana 14'ê Tîrmehê di nava her şet û mercan de em dê li nirxên xwe xwedî derkevin. Em dê jibo azadiya gelên xwe berxwedanê bilind bikin. Em bilindkirina berxwedanê wekî erka xwe ya bingehîn digirin dest.    Li dijî tecrîda bê hempa ku li ser Rêberê me tê meşandin êdî dem hatiye ku em hemû alîgirên azadiyê bêjin faşizm têk çûye û kral tazî ye. Erdoganê ku welat bi pergala diktatorî û faşist dixwaze bi rêve bibe û hemû cûreyên zextan ji bo xwe rewa dibîne, di bingeha sedema wê de bêdengî ye. Ji ber vê yekê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin demokrat, rewşenbir û entellektuel divê vê bêdengiyê xera bikin. Bila baş bê zanîn ku Rêberê me di bin tecrîda giran de dîsa xwedî berxwedan û helwestek e. Xwedi deng e. Em zêdeyî 10 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê diyar dikin ku li dora Rêberê xwe dibin xelek. Em tecrîdkirina Rêberê xwe qet qebûl nakin. Bê fuman faşîzma AKP MHP komkujiyê li ser zindanan dimeşîne. Şertên faşîzmê pêş dixe. Di nava cemaweriyê de bi polîtikayên şerê taybet dixwaze ser hemû rastiyan bigire. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê dîl ketin destê faşîzmê. Lê di şertên dîlgirtinê de tu carî teslîm nebûn û di ben şertên dîlgirtinê de em li ber xwe didin. Ev şertên dîlgirtinê li dijî hemû feraseta azadî, demokrasî û hiqûqê ye. Bi taybetî hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Di mehên d8awî de hevalên me Nihat Baymış, Celal şeker, Selahattin Aytek û Koçer Ozdal ji ber tenduristiya xwe jiyana xwe ji dest dan. Biro bi sedan hevalên me bi nexweşiyên giran in. Girtina vana ya li zindanê cînayet e. Berê bi awayekî faîl dikuştin. Niha aşkere cînayetan pêk tîne. Ji ber vê yekê girtiyên PKK û PAJK'ê em li dijî faşîzma AKP MHP qet tawîz nadin û li ber xwe didin. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê me û rewşa girtiyên nexweş, ji bo tecrid bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan, di 12'ê Îlonê de 3 rojan dest bi gireva birçîbûnê dikin. Em hemû gelê xwe û mirovahiyê li dijî rejîma faşîzm a Komara Tirkiye dixwazin dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin. Em hevalên xwe yên li vir jiyana xwe ji dest dan bibîr tinin. Em dê têkoşîna wan bilind bikin. "