Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan: Pêdiviya gelan bi felsefeya Ocalan heye 2018-09-09 09:02:31   AMED - Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîn Turker, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn sembol e û got: "Pêdiviya hemû gelan bi felsefeya wî heye." Turker destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.    Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan û ENdama Dîwanê ya Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Evgîn Turker bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Divê demidlest dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Eger dawî li tecrîdê bê dê yekîtiya gelan xurtir bibe."    Turker, anî ziman ku li tu deverên cîhanê tecrîdkirina bi vî rengî tune ye û got: "Li cîhanê gelek rêber û pêşeng hatin girtin. Lê tu rêber û pêşeng wek Birêz Ocalan bi awayekî giran nehat tecrîdkirin. Li cîhanê mînakên bi vî rengî tune ne."    ‘DIVÊ GUH BIDIN OCALAN'    Turker, diyar kir ku tecrîdkirin ne çareserkirin e û got: "Eger Dewleta Komara Tirkiyeyê dixwaze bi kurdan re li hev bê, divê guh bide Ocalan. Divê biçin guhdariya Birêz Ocalan bikin. Divê baş li felsefe û fikrên Birêz Ocalan guhdar bikin."    ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN GELAN BERA HEV BIDIN'      Turker, bal kişand ser diyaloga di navbera 2013-2015'an de û got: "Hemû gelan wê demê sûd ji wan fikr û pêşniyaran girtin. Bi rastî jî welatê me rihet bû. Em suryanî xwedî li wê pêvajoyê derketin. Em baş hay ji girîngî û wateya wê pêvajoyê hebûn. Lê mixabin, hîn jî serdest dixwazin gelan bera hev bidin. Dixwazin xwîn biherike."    ‘PÊDIVIYA GELAN BI FELSEFEYA OCALAN HEYE'    Turker, destnîşan kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn serdest xwe bi xwînê xweyî dikin û got: "Ji bo ev xwîn bisekine demidlest divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibin. Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Çimkî Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn sembol e. Pêdiviya hemû gelan bi felsefeya wî heye. Di pêvajoyeke wisa de pêdiviya gelan bi wê felsefeyê heye. Tenê bi vî awayî xwîn dikare bisekine."    Turker, anî ziman ku eger dawî li tecrîdkirinê bê, dê yekîtiya gelan xurtir bibe û got: "Eger hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibûna, dê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ev pevçûn çênebûna. Dê îro li Rojavayê pevçûn çênebûna. Felsefeya Birêz Ocalan rê vedike. Eger dawî li tecrîdkirinê bê û hevdîtin dewam bikin, dê yekîtiya nav gelan xurtir bibe. Gel bi hev re dikarin çareseriyê peyda bikin."    Turker, anî ziman ku çalakiyên ji bo bidawîbûna tecrîdê tên kirin kêm in û got: "Bi rastî jî bêdengiyek heye. Lê nayê wateya dê heta hetayê dewam bike. Helbet dê ev gel rojekê dengê xwe li hemberî tecrîdkirinê bilind bike."