ROJEVA 9'Ê İLONA 2018'AN 2018-09-09 09:00:05   * Di 2012’an de ji bo şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog û zimanê kurdî bibe fermî li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yek ji van çalakgerên greva birçîbûnê Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku divê tecrîd rabe û got: “Çareseriya vî karî diyaloga gengeşekirinê ye.”    * Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîn Turker, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn sembol e û got: "Pêdiviya hemû gelan bi felsefeya wî heye." Turker destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.    * Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl der barê rewşa Bakurê Sûriye, Idlîb, polîtîkayên navnetewî yên li dijî Idlib û Sûriye nirxandinên girîng kir. Xelîl, anî ziman ku li Sûriye şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û wiha got: "Niha Idlib têkeve destê Rejîma Sûriye û Rûsya jî aloziya li Sûriye çareser nabe. Ji ber ku gelê Sûriyê hişyar bûye û sîstemeke demokratîk dixwaze."    * Dê sibê edîtorên ETHA'yê Pinar Gayîp û Semîha Şahîn bên dadgehkirin. Parêzera rojnamevana Kader Tûnç, ji bo xwedîderketina li dozê bang li rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî.    *  Li navçeya Bornova ya Îzmirê karkerên Sî yên li Sîteya Işikkentê bi perçeyan kar dikin, ji ber krîza dolaran rojên dijwar derbas dikin. Karkeren ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebitin, diyar kirin ku tayê dirûnê ji 8 tl bûye 14 tl û êdî nikarin dikanên xwe bixebitînin û neçar dimînin ku dikanan kîlît bikin.    * Songul Polat ku di zarokatiya wê de malbata wê bi zorê ew zewicand û di dema zewicandinê de tim şidet lê hatin kirin, ji roja ku hatiye xapandin ji bo xwe bi xwe bijî têdikoşe. Polat, bang li hemû jinan kir ku xwe li bêdengiyê daneynin û got: "Bila tiştên li wan tên kirin qebûl nekin. Bila nebêjin zaarokên me hene û nebêjin dê mala min bela bibe."    * Li gundê Befircan ê Geverê cotkar Nûrettîn Canan di nûçeyan de hat berpêşkirin ku "di lîsteya gewr de" ye. Hevjîna wî Rûkiye Canan bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku sirf ji bo hin kes pereyan qezenc bikin hevjînê wê hatiye girtin û got: "Bila dev ji vê çewtiya xwe berdin."    * Her ku zem zêde dibin bertekên welatiyan jî zêde dibin. Şêniyên Fatîhê bilêv kirin ku êdî ew bûne muhtacê nanê tisî û gotin: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Me jî fêm kir û ji ber dengê xwe da. Lê her tişt xirabtir bû. Ji ber min deng daye polî poşman im."    * Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.   * Ji ber hinceta “Îstîkrara bûhayan pêk bê” ya Wezareta Bazirganiyê, îxracata ard a ji bo Herêma Kurdistana Federe hat sekinandin û ji 2 hezarî zêdetir TIR û kamyonên ard bi rojane li Sîlopiyê tên rawestandin.