Polîsan dîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin 2018-09-08 12:38:27   STENBOL - Polîsan vê heftê jî, çalakiya Dayikên Şemiyê ya 23 salin li aqûbeta windakiriyên xwe digerin asteng kirin. Dayîk û xizmên windakiriyan ên xwestin biçin Qada Galatasarayê ya her hefte daxuyaniyê lê didin, polîsan destûr nedan wan.     Dayikên Şemiyê yên ji bo aqobeta windakiriyên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin bipirsin û daxwaza darizandina besûcan her heftê li Qada Galatasarayê kom dibin, xwestin çalakiya xwe ya hefteya 702’yemîn pêk bînin, lê rastî astengiya polîsan hatin.     ABLUKEYA POLÎSAN    Ji ber ku Qeymeqamtiya Beyoglu çalakiya Dayikên Şemiyê qedexe kir, polîsan Kolana Îstîklalê kirin ablukê. Hin rêyên diçûn Qadên Galatasarayê hatin girtin. TOMA li ser rêyan hatin bicihkirin û Midûryeta Polîsan a Stenbolê daxuyanî da ku wan hin Kolanên diçin Îstîklalê girtine.    DESTÛR NEDAN MEŞÊ    Dayikên Şemiyê, Xizmên Windakiriyan, Mirovên Şemiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şık, Garo Paylan, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ên li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê kom bûn, xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsên ku li ber Kolana Deriyê Parka Mezin a Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê girtin, destûr nedan biçin qadê.    Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 700'emîn de rastî tundiya polîsan hatibûn û di ya hefteya 701'emîn de jî polîsan destûr nedabûn Dayikên Şemiyê bikevin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe pêk bînin. Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan li ser vê yekê, daxuyaniya xwe ya heftane li Kolana Derî ya Parka Mezin lidarxistibû.