Nivîskar Yigit: Li Idlîbê milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye dene 2018-09-08 10:14:05 STENBOL - Nivîskar Hamîde Yîgît, bal kişand ser geşedanên li Idlibê û anî ziman ku Idlîb ji pirsgirêka Sûriyeyê zêdetir wekî pirsgirêka Tirkiye tê dîtin. Yîgît, destnîşan kir ku sedema herî mezin a vê yekê ji ber ku milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye de ne.    Nivîskar Hamide Yîgît, ku geşedanên li Idlîbê ji nêzîk ve dişopîne, bal kişand ser liv û tevgerae li ser Idlibê û nêzîkatiya Tirkiye. Yigît, diyar kir ku Idlîb, fînala şer a 7 salan a Sûriye ye û wiha got: "Idlîb, herêma ku gelek cîhatkar hatine lê komî ser hev bûne. Bênderek cîhatkar li vir kom bûne. Ev ji bo Idlîbê rîskek mezin bi xwe re tîne. Operasyon teqez e. Niha êrîşa li dijî kozikan pêk tê. Ev nîşan dide ku dê operasyon berfireh be. Hêj bi awayekî berfireh operasyonê dest pê nekiriye. Sûriye û Rûsya di vê êrîşê de peyamê dide Tirkiye û DYA. Gav bi gav vê operasyonê dimeşînin.    IDLÎB ZÊDETIR WEKÎ PIRSGIRÊKA TIRKIYE TÊ XUYAKIRIN   Yîgît, anî ziman ku Idlib bi tevahî pirsgirêka Tirkiye ye û wiha got: "Sûriye jî wekî pirsgirêka Tirkiye li meseleyê dinere. Tirkiye jî vê yekê dizane. Sedema herî mezin ji ber ku Tirkiye li Idlibê garantorê cîhatkaran e. Piştî Tirkiye rê li wan vekir, hemû di rêya Tirkiye re derbasî wir bûn. Cîhatkar biçavê deriyê ewle li Tirkiye dinerin. Tirkiye û DYA jî dixwazin tev li pêvajoyê bibin. Tirkiye dixwaze ji vê xaçepirsê xwe rizgar bike. Lê êdî hemû bela li ser serê Tirkiye maye. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze DYA û YE'ê jî tev li vê pêvajoyê bike. Nêzî milyonek malbatê cîhatkaran li Idlibê ye. Mıjara herî krîtîk ya Idlibê ger ku êrîş pêş bikeve dê malbatê cîhatkaran koç bikin. Ev pirsgirêk dê çi bibe? Cîhatkar tevî malbatê xwe nêzî milyonek mirov li vir dijîn. Kesên biyanî jî di nava wan de hene. Ev êdî nikarin li welatê xwe vegere. Bi taybetî Cîn û Rûsya di operasyonê de biryar in. Gelek cîhatkar ji Asya û baxçeyê piştî yê Rûsya û Îranê hatine vir. Hikûmeta Tirkiye jî nikare van cihatkaran pêşwazî bike. Tirkye dixwaze Idlibê ji koçberan re bihêlin."    HÊZÊN KURD NAXWAZIN KOMÊN IDLÎB DERBASÎ EFRÎNÊ BIBIN     Yigît, bal kişand ser têkiliyên kurdan ên bi Şamê re û wiha lê zêde kir: “Her çend encama hevdîtinan bi encam nebe jî wê demê gotibûn em jî dikarin tev li operasyona Idlibê bibin. Lê mijara esasî ne tevlêbûna operasyona Idlibê ye. Armanca sereke ewe ku destûr nede komên Idlibê derbasî Efrînê bibin. Hêzên kurd ji bo destûr nedin komên cîhatkar derbasî Efrînê û Cerablusê bibin divê tedbîran bistînin. Ji xwe piştî operasyona li dijî Efrînê nifûsa bajar hat guhertin. Ji Gutaya Rojhilat komên cuda anîn li Efrînê bi cih kirin. Hêzên kurd, diyar kirin ku piştî operasyona li dijî Idlîbê dikarin li Efrînê li dijî komên din operasyonê bidin destpêkirin. Ger ku Idlîb jî wekî Guta, Kuneytra, Dera bi encam bibe, wê demê divê teqez Sûriye bi hêzên kurdan û hêzên din re l ser maseyê rûnê. Çareseriya siyasî ya maseyê divê Sûriye bi xwediyê esayî yê pirsgirêkê ango hêzên herêmê re li ser Maseyê rûnê."    Yîgît, bal kişand ser civîna Tirkiye, ÎRan û Rûsya ya li Tahranê û wiha axivî: "Ev ne zîrveya çareseriyê ye. Ev berdewama Astana ye. Zîrveya astana encam nagirt û niha li Idlîb asê maye. Pêvajoya siyasî dê piştî Idlibê dest pê bike. Pêvajoya ku berdewama Astana ye, dê li Moskova bi encama civîna ku bi kurdan re pêk bîne bi encam bibe. Piştî 2 salan Tirkiye dê têkeve nava girêka kor. Polîtîkaya Tirkiye ya li ser Sûriye dawiya dawî dê îflas bike. Ya ku bela anî serê Tirkiye û gelê Tirkiye hikûmeta AKP bi xwe ye."    MA / Bilal Seçkin