Walî li 6 gundên Şemzînanê qedexe îlan kir 2017-10-22 09:56:24   COLEMÊRG – Waliyê Colemêrgê li 6 gundên Şemzînanê derketina derve li welatiyan qedexe kiri.    Waliyê Colemêrgê, li 6 gundên girêdayî Navçeya Şemzînanê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiya Colemêrgê di malpera xwe ya walitiyê de diyar kir ku bi sedema li herêmê operasyon hene û ewlehiya gera welatiyan tune qedexe îlan kiriye. Walîtiye diyar kir ku li gundên Çatalca, Guvenli, Soguksu, Durak, Akbal û Erdemli ji saet 05.00'ê 22'ê Cotmehê heta fermana duyemîn qedexe hatiye îlankirin Walîtiyê da zanîn ku ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin.