ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-08 09:00:12 *  Kutbettîn Elbîrê ku di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de, ji bo binpêkirinên mafên mirovan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Elbîr, di serlêdana xwe de diyar kir ku li girtîgehê Rewşa Awarte dewam dike û ji bo vê yekê bang li herkesî kir.  * Nivîskar Hamîde Yîgît, bal kişand ser geşedanên li Idlibê û anî ziman ku Idlîb ji pirsgirêka Sûriyeyê zêdetir wekî pirsgirêka Tirkiye tê dîtin. Yîgît, destnîşan kir ku sedema herî mezin a vê yekê ji ber ku milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye de ne.    * Li Rihayê dema paleyiya fisteqan dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku dahata wan têra lêçûnên wan nake.    *  Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş a DBP'î, diyar kir ku fealiyetên ku niha wekî yên qeyûman tên nîşanadan hemû ji aliyê wan ve hatine amadekirin û plansaziya wan a stratejîk a ji bo 5 salan bû û got: "Piştî qeyûman sazî hatin girtin û dest bi îzolekirina jinê hat kirin."    * Gerok Arîf Ozhanê ku bi duçerxeyê 600 kîlometre rê çû û li Çiyayê Ramanê asê ma, ji bo Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne got: "Ji bo mirovahiyê windahiyeke gelekî mezin e."    * Heyeta dadgehê di doza Demîrtaş û Onder de ku degên tomarkirî bi awayekî xelet hatine deşîfrekirin û wek delîl hatin pêşandan, di 9 mehan de 8 danişîn pêk anîn. Dozger, mutalaa li gor axaftinên ku xwestibû ji pêzan re bê şandin amade kir.    * Rêxistina HDP'ê ya Edenê, ji bo cezayê girtîgehê yê ji bo Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder hatin dayîn şermezar bikin, dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)   *Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan ên li Amed û Êlihê, dê çalakiyên xwe yên vê heftê li avahiyên ÎHD'ê lidarbixe. (12.00)   *Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên windakirî bipirsin û faîl bên darizandin, dê cara 702'emîn li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)    * Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê cara 337'emîn çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)    * Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê cara 211'emîn daxuyanî bide. (18.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serekwezîr a Konakê lidarbixe. (13.00)