Li Aksarayê otobus qelibî: 6 kes mirin 39 kes birîndar bûn 2018-09-08 08:22:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rêya Enqere Aksarayê otobusa rêwiyan qulibî şerenbolê. Di qezayê de 1 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birin.    Li ser rêya Enqere Aksarayê li herêma Ortakêyê otobusa rêwiyan qulibî. Di qezayê de 1 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn. Qeza saet di 04.30'an de li herêma Ortakoy a rêya Enqere Aksarayê pêk hat. Otobusa Seç Turîzm a ajokarê wê Mahmut Tuşkul (30) bû û plakeya wê 27 PB 712 bû, ji ber ajakor kontrola dîreksiyonê winda kir qulibî şerenbolê. Piştî qezayê gelek yekîneyên tenduristiyê çû herêma qezayê. 40 rêwiyên ku di qezayê de birîn dar bûn rakirin nexweşxaneyê. Rêwiyekî di rêde jiyana xwe ji dest da.