Beştaş: Bila Erdogan derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî bide 2018-09-07 16:09:42   AMED – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de tê lidarxistin axivî û xwest Serokomar Tayyîp Erdogan di mijara Elçî de daxuyaniyekê bide.    Baroya Amedê di hefteya 140’emîn de ji bo Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî li Sûrê hat kuştin çalakî li dar xist. Çalakî li ber Dadgeha Amedê pêk hat, gellek parêzer û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş beşdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de ewil Serokê Baroyê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku hêj kujerên Elçî nehatine dîtin û ew ê vê dozê bi hemû bîr û baweriya xwe bişopînin û dê têkoşîna hiqûqî bidin.    BEŞTAŞ: BILA ERDOGAN DAXUYANÎ BIDE    Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî axivî û da zanîn ku her kes li Tirkiyeyê dizane Tahîr Elçî çawa hat qetilkirin û tevî hemû hûrgûlî li ber çavan e û her tiştî daxwaz kirin jî lê rayedarên dewlet û hikumetê sê maymûn leyîstin. Beştaş destnîşan kir ku Elçî tevahiya jiyana xwe ji bo bêcezakirinê têkoşiye û niha jî dixwazin dosyeya Elçî bêceza bihêlin  û tu kes nikare Elçî bi wan bide jibîrkirin. Beştaş xwest hikumet û Erdogan cînayeta Tahîr Elçî bigirin rojeva xwe û got: “Serokomar Erdogan û rayedarên hikumetê bila demildest têkildarî mijara Tahîr Elçî daxuyaniyekê bidin.”    Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.