Li Mêrsinê serdegirtina malan 2018-09-07 14:02:10   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.   Polîsan li Mêrsînê serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyan, di serdegirtina gelek malên li taxa Guneş a navçeya Akdenîzê de, ji heman malbatê 4 birayên hev Abdullah Elçî, Omer Elçî, Çekdar Elçî, Îsmaîl Elçî û Bariş Kaya hatin binçavkirin.    Polîsan di dema serdegirtinê de, deriyên malan şikand, derp û heqaret li xwediyê malan kirin. Hat diyar kirin ku kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, ji bo îfade bidin birin Midûryeta Polîsan a Bajêr.