Kesê jêre gotin 'Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin' çotkarê 68 salî derket 2018-09-07 13:56:08   WAN - Wezîrê Karên Hundir bi navê "Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin" û serwîsî çapemeniyê kir. Derket holê ku kesê wekî terorîst hat nîşandan, çotkarê 68 salî yê ji gundê Befircanê yê navçeya Geverê Nurettin Canan e. Derket holê ku Canan berê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.    Wezîrê Karên Hundir got "Terorîstê di lîsteya cûn/gewr de hat girtin" û serwîsî çapemeniyê kir. Derket holê ku kesê wekî terorîst hat nîşandan, çotkarê 68 salî yê ji gundê Befircanê yê navçeya Geverê a Colemêrgê Nurettin Canan e. Derket holê ku Canan di 19'ê Çile de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.  Canan 3 meh şûnde der barê wî de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Canan, duh dîsa piştî nîvro li mala xwe hat binçavkirin. Canan pişti sewqî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Geverê kirin, heyetê der barêwî de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    YÊ DI LÎSTEYA CÛN DE BAVÊ MIN E    Kurê Canan Ciwan Canan diyar kir ku kesê Wezareta Karên Hundin got "Terorîstê di lîsteya cûn de ye hat girtin" bavê wî ye. Ciwan, li ser hesabê tiwîtterê wiha got: "Kesê di lîsteyê de bavê min Nurettin Canan e. Ew jî ne terarîst e. Çotkarê 70 salî ye."