Bîrdariya Mafê Mirovan a li Amedê hatiye dorpêçkirin 2018-09-07 13:55:08   AMED – Xizmên windayan wê sibê çalakiya hefteya 500’emîn li dar bixin û beriya çalakiyê polîsan Peykerê Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolu bi bariyeran dorpêç kir. Dorpêçkirina bariyeran a Bîrdariya li Amedê, dorpêçkirina Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ya Enqereyê anî bîra mirovan   Qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku li aqûbeta windayên xwe dipirsin û dixwazin kiryar bên cezakirin dirêjî çalakiyên xizmên windayan ên li Amed û Êlihê jî bû. Çalakiya ÎHD’ê û xizmên windayan a Amedê di hefteya 499’emîn de li ser daxwaza Walîtiyê bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” hatibû qedexekirin.    Di çarçoveya îlankirina OHAL’ê de 2 sal çalakiya li Amedê li derve hatibû qedexekirin û li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dihat lidarxistin. Her çiqas OHAL bi awayek fermî rabû jî lê van pêkanînên dawî carek din da nîşandan qedexeya OHAL’ê dom dike.    Xizmên windayan dê li Amedê sibê çalakiya hefteya 500’emîn li dar bixe. Çalakî wê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk were. Beriya çalakiyê polîsan bi bariyeran der dora park û peyker girtin. Dorpêçkirina bariyeran a Bîrdariya li Amedê, dorpêçkirina Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ya Enqereyê anî bîra mirovan.    BÎLÎCÎ: LÊGERÎNA EDALETÊ WÊ BIDOME    Alîkarê Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî rewşa qedexekirina çalakiya xizmên windayan û dorpêçkirina cihê çalakiyê axivî û destnîşan kir ku ew bi dorpêçkirina Bîrdariya Mafê Mirovan matmayî nemane û OHAL xwe bi dijwarî dûbare dike. Bîlîcî da zanîn ku têkoşîna lêgerîna edaletê ya xizmên windayan a li Stenbol, Amedê û Batmanê têkoşînek mirovî ye û got: “Çi dibe bila bibe dewlet nikare xwe bide alî û divê bi xizmên windayan re hevrû bibe. Li şûna hevrûbûnê qedexe û astengiyan derdixe. Ev pêkanînek kêfî ye û bi hiqûq, qanûn peymanên navnetewî nikare bê ravekirin. Dorpêçkirina bîrdariya mafê mirovan li dijî nirxê mirovahiyê ye. Kes nikare xwe ji heqîqetê birevîne. Heqîqet wê xwe bi ber dilê wan ve bizeliqîne.”