Çepnî: Li Dersimê sûcê qanûnî tê kirin 2018-09-07 13:44:43   ENQERE - Endamê Komîsyona Ekolojîyê ya HDP’ê û parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî, derbarê şewata li Dersimê de civîna çapameniyê lidar xist û got: “Li Dersimê sûcê qanûnî dikin."    Endamê Komîsyona Ekolojî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî, derbarê şewata daristanan a di serê de li Dersimê û hemû bajarên herêmê rû dan de, li Meclîsê civîna çepemeniyê pêk anî.     Çepnî, diyar kir ku tenê îsal dinavbera 16 û 23’yê Tîrmehê de, li 33 bajaran ji 90’î zêdetir şewatên daristanan rû dan û wiha got: “Hin cih hene, şewata li wan daran ne ji aliyê desthilatdariyê ve û ne hî ji aliyê medyayê ve tên dîtin. Ji bo vemirandina van şewatan, saziyên dewletê hewldaneke biçûk jî nîşan nedan. Welatiyên xwestin şewatê vemirînin jî, rastî astengiyên hêzên leşkerî hatin. Parlamenterên xwestin herin herêmê û rewşê di cih de bişopînin, hincetên şênber bi gel re parve kirin û  şaşiyek hebe jî, sererast bikin hatin astengkirin. Ên ku van şewatan pêdixin, li pişt dûmanên jehra şovenîzmê, planên qirêj diveşêrin.      Çepnî, da zanîn ku di serî de li Dersimê, gelek daristanên bajarên li herêmê tên şewitandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji  mehekê zêdetire Dersim di şewite. Şewatek tê vemirandin, yekê din tê destpê  kirin. Gel bi derfetên xwe hewl dide şewatê vemirîne. Gelê Dersimê dibêje ku hêzên ewlekariyê şewatê pêdixin. Lê walitiya Dersimê vê yekÊ înkar dike. Sedama esasî ya şewatên li herêmê operasyonên leşkerine. Ji bo ku bi tundiyê daxwazên gel ên demokratîk û wekheviyê ji holê rabikin, hem di warê siyasî û hem jî di warê ekolojîk de êrîş dikin. Ji ber vê yekê tenê daristan tune nebin, di heman demê de hemû zindî, gel û xweza tune dibe. Li Dersimê bi vê yekê sûcê qanûnî dikin. Tu hinceteke mafdar a şewitandina daristanan tuneye. Em ê şopdarê van sûcên tên kirin, bin û em ê tu carî sûcdaran efû nekin.”