Rejîma Îran dê îşev Loqman û Zanyar Muradî darve bikin 2018-09-07 13:30:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Rejîma Îranê ji girtiyên siyasî yên Kurd Loqman û Zanyar ku li Girtîgeha Recaîşar tên girtin re gotin ku dê îşev wan darve bikin.    Di 5’ê Tebaxê de du girtiyên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Zanyar û Loqman Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve birine girtîgeha takekesî ya Recaîşar. Rayedarên girtîgehê bersîva birayê Zanyar şandine ku cara dawî biçe birayê xwe bibine. Li gor agahiyê hatin girtin, ev serdan îro pêk hatiye û Zanyar Muradî di hevdîtina xwe de ji birayê xwe re gotiye Îtlaatê ji wan re gotiye wê îşev darve bikin. Ev jî piştî Zanyar û Loqman Muradî ji girtîgeha Giştî ya Recaîşar birine hucreyên yek kesî yên heman girtîgehê. Malbata Zanyar Muradî li ser darvekirina kurê wan hatine agahdarkirin û malbat ketiye nava şînek mezin.   Zanyar û Loqman Muradî di Tebaxa 2009’ê de li bajarê Merîwan ê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin. Piştre 9 mehan li girtîgeha Îtlaatê ya bajarê Sine hatin êşkencekirin û di hucreyên yek kesî de hatin hiştin. Piştre 2010’ê herdû girtiyên siyasî yên Kurd birine Girtîgeha Ewîn a Tahranê. Piştî demek kurt li ser ew îfadeyên dibin êşkenceyê ji wan girtin de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tahranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Hêjayî gotinê ye ku bavê Zanyar Muradî çalakvanê mafê mirovan Îqbal Muradî pêş demekê li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê hate qetilkirin.   DAYIKA MURADÎ: HEWAR E!   Dayika Muradî li dijî biryarê bang kir û wiha got: "Gelê Kurd ê bi şeref ên li çar parçeyên Kurdistanê, çalakvanên mafê mirovan, aliyên siyasî û welatiyên Mêrîwanê, kurê min Zanyar Çarşemê birin girtîgeha leşkerî. Zanyar ji wê rojê ve dest bi girêva birçîbûnê kiriye. Gotiye, Şemiyê wê werin darvekirin. Ez tika ji we dikim, bi hewara me ve werin. Komara Îslamê têr nebû ku hevserê min kire terör. Niha jî dixwaze xwîna kurê min vexwe. Bi hewara me ve werin, dakevin qadan.’’