Qirêjiya li derdora Gola Sixkê jiyana giyaneweran tehdît dike 2017-10-22 09:36:05 WAN – Li Riya Armûşê, Gola Sixkê ku ji bo avdaniyê hatibû çêkirin û ava wê heta salên 1990’î jî dihat vexwarin. Lê belê ji ber çopên li dora wê tên rijandin, qirêjî bûye û jiyana giyaneweran tehdît dike.  Gola Sixkê ya li navçeya Riya Armûşê ya Wanê ye, her diçe qirêjtir dibe. Di sala 1979’an de ji bo avdaniyê hatibû çêkirin, lê belê ev 30 sal in çop li derdora wê tên valakirin û ji ber vê êdî ji bo avdaniyê jî nayê bikaranîn. Tê gotin ku rojê 750 ton çopa bajêr li derdora wê tê valakirin. Jêderka golê Çiyayê Erekê ye, lê belê ji ber qirêjiya derdora wê çivîk û kûçikên li derdorê û gelek giyanewerên din dimirin.    HETA 30 SAL BERÊ JÎ AVA WÊ DIHAT VEXWARIN    Heta 30 sal berê jî ava golê dihat vexwarin. Lê belê niha gelekî hatiye qirêjkirin. 300 metre dûrî golê, hema bêje ji çopan çiyayek çê bûye û ew rûnê ku ji van çopan dadiwerive ber bi golê ve diherike. Li qeraxên vê golê bi sedan meytên çûkan hene û şêniyên li derdorê êdî nikarin bi rihetî tev bigerin.    JIYANA GIYANEWERAN TEHDÎT DIKE    Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik, diyar kir ku wan ji bo rewşa golê gelek caran hevdîtin bi rayedaran re çê kiriye, lê belê tu tevdîr nehatine girtin. Kalçik, dest nîşan kir ku ji bo rê li ber qirêjiyê bê girtin beriya her tiştî divê çopgeha bajêr a li nêzî golê bê veguhastin. Kalçik got ku divê demildest rê li ber ava bermayiyan ku diherike golê bê girtin. Kalçik, diyar kir ku divê ji bo vê gola ku tenduristiya mirovan û giyanewerên li herêmê tehdît dike demildest tevdîr bên girtin û ji bo derdora golê bê paqijkirin ew ê serî li darazê bidin.