Li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandin û kurdî jî qedexe ye! 2018-09-07 12:39:03   AMED – Rojnameger Mehmet Guleş ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ne got her roj odeyên wan tên lêgerînkirin û dest datînin ser nîşe, nivîsên wan û nameyên kurdî û pirtûkan jî nadin wan.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin Mehmet Guleş li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Parêzerê Guleş, Resûl Tamûr hevdîtin pê re kir. Guleş di hevdîtinê de bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehê û got daxwaznameyên ji îdareya girtîgehê re dinivîsînin ya bersiv nadinê ya jî pir dereng bersiv didine.    ‘BI SER ODEYAN DE DIGIRIN’    Guleş da zanîn ku gardiyan û leşkerî her tim bi ser odeyên wan de digirin û got: “Serdegirtinên ji nişke ve zêde bûne. Di serdegirtinan de dest datînin ser nivîs û nîşeyên me. Sohbetên me yên hevpar tên astengkirin. Pêkanînên OHAL’ê dewam dikin. Dest datînin ser name û pirtûkên me yên kurdî. Bi hinceta wergêr nîne, pirtûk û nameyên kurdî nadin me.”    Guleş di 7’ê kanûna 2016’an de bi hinceta xebatên xwe yê rojnamegeriyê hat girtin. Bi îdiaya “endamê rêxistinê ye”, “Propaganda rêxistinê kiriye” 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza lê hat birîn.