Ondul: Tirkiye ji bo rakirina ambargoya DYA'yê nezî YE'ê dibe 2018-09-07 11:08:23   ENQERE - Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul, der barê têkiliyên Tirkiye yên bi Yekîtiya Ewropa (YE) re nixandin kir û wiha got: "Brokrasiya dewletê di vê pêvajoyê de ji bo ambargoya siyasî û aborî ya DYA rake nêzî YE'ê dibe."      Têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) di 31'ê Tîrmeha 1959'an de bi hewldanên  Adanan Menderes re bi awayekî fermî dest pê kir. Piştî Menderes di civîna Aboriya Ewropa (AET) serî li şirîkatiyê da, di 12'ê Îlona 1963'an de Peymana Enqereyê îmze kirin. Di serdema Îsmet Înonu de têkiliya YE'ê bi AET'ê re pêş ket û Tirkiye bi welatên AET re armanc kir ku bazirganiya hevpar bike. Têkiliyên Tirkiye û YE di 12'ê Adara 1971 û 12'ê Îlona 1980'an ket nava tengasiyan. Tirkiye di sala 1987'an de ji bo tam bibe endamê YE'ê serlêdan kir. Di sala 1993'an de ji bo yekîtiya Gumrika YE'ê re dest bi muzakereyan kir. Di sala 1999'an de Tirkiye ji bo bibe endama bi Yekîtiya Ewropa re (YE), pêvajo hat destpêkirin.    Di sala 2002'an de piştî AKP'ê hat îktîdarê têkiliyên Tirkiye û YE'ê bêtir germ bûn. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan, di sala 2004'an de çû Brukselê û xwest rêya muzekereya bi YE'ê re vebe. Tirkiye heta sala 2005'an reform pêk anîn. Piştre dîsa krîz derketin û krîza di navbera Tirkiye û YE û DYA de disa kûr dibin.   Têkildari têkiliyên di navbera Tirkiye û YE û DYA'ê de Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul, nixandin kir. Ondul, da zanîn ku brokrasiya dewletê di vê pêvajoyê de ji bo ambargoya siyasî û aborî ya DYA rake nêzî YE'ê dibe. Ondul, dîsa civîna Koma Çalakiyê ya Refarmê ya di serdema AKP'ê de têkiliyên bi YE'ê re nixand û wiha got: "AKP wê demê li ser 3 pakêtên li hevhatinê 6 pakêtên din ên li hevhatinê derxist. Di 2004'an de 10 xalên qanûna bingehîn guhertin. Di 70 zagonan de bi sedan xal hatin guhertin. Ji bo sînorkirina îşkenceyê, rakirina OHAL'ê, binçavkirina bi sînor, azadiya ramanê, avakirina komeleyan, mafên kêmaran bi sedan xalên zagonan hatin guhertin. Di 1'ê Cotmeha 2005'an de Tirkiye ji bo beşdarî YE'ê bibe dest bi muzakereyên tevlêbûnê kir. Piştî 2005’an di normalbûnê de sistahî çêkir. Li ser vê yekê welatên YE'ê dîsa ambargo danîn ser Tirkiye."     GAVEKÊ PÊŞVE GAVEKÊ  PAŞVE DIÇIN   Ondul, da zanîn ku AKP’ê di zagonan de hin guhertin pêk anîn, lê nexistin pratikê û wiha berdewam kir: "Her çend AKP’ê di zagonan de guhertin çêkirin jî di mijara azadiya ramanê de, çalakî meş û xwepêşandanan de, çareseriya pirsgirêka kurd de gavên şênber neavêtin. Di salên 2006-2007'an de bi guhertina zagona Selahet û Vazifeya Polîsan, erka polîsan zêde kir. Dîsa bi guhertina Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) dîsa gav paşve avêtin.  Tirkiye bi têkiliyên xwe yên bi ewropa re gavevekê pêşve û gavekê paşve davêjin. Piştî 2013'an di çareseriyê de hin gav avêtin. Bingeha aştiyê ava kir. Lê piştî  2015'an pêvajoya çareseriyê danî aliyekî. Ji krîterên Kopenhagê dûr ket. Di 2 salên dawî de rejîma OHAL'ê xist meriyetê. OHAL li dijî krîteran e. Dîsa li dijî mafên mirovan guhertin di zagonan de çêkirin. Di milê azadiya mafan û mirovan de li salên 1990’an vegeriyan. Azadiya darazê ji holê rakirin.  Mafê çalakiya Dayikên Şemiyê û gelek çalakiyên rewa û hiqûqî hatin astengkirin. Walî û Qeymeqam mafê zagonî yên civîn û daxuyaniyan asteng dike. Hem mafê mirovan û hem jî mafê dadgeran ji destê wan hatiye girtin.  Dadger sirgûn dibin, ixrac dibin. Tên binçavkirin û girtin.  Têkiliyên Tirkiye hemû li ser bazirganiyê hatiye avakirin. Tenê ji ber ku YE û DYA bêje mafan azadiya ramanê pêş bixe, ne rast e. Divê ji bo mafê mirovan ên gerdûnî gav bên avêtin.  Brokrasiya dewletê di vê pêvajoyê de ji bo ambargoya siyasî û aborî ya DYA rake nêzî YE'ê dibe. Bi sed hezaran mirov, 5 hezar mirovên zanyar pasaportên wan hatin betalkirin. Ev li dijî azadiya seyahatê ye jî. Têkilî liser bazirganî û berjewendiyê pêş dikeve. Tu eleqeya maf û azadiyan û têkiliya wan bi hev tune ye.      MA / Berivan Altan