Nivîskarê girtî 4 rojin di hucreya yek kesî deye 2018-09-07 10:54:43   ANTALYA - Malbata, nivîskar Firat Can ê ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî hat kirin, diyar kir ku ev 4 rojin Can bi awayekê keyfî di hucreya yekkesî de digirin.    Nivîskar Firat Can ê di girtîgehê de pirtûkên “Mavî Ulke” û “Umuda Bir Ulke” nivîsandin, ji sala 2011’an ve li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dima. Li gorî agahiya malbatê, Can di 3’yê Îlonê de ji Girtîgeha Antalya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî hat kirin.    Malbatê, diyar kir ku piştî kurê wan sewqî Girtîgeha Denîzlî hat kirin û vir ve bi awayekê keyfî di hucreya yek kesî de tê girtin. Malbatê, da zanîn ku kurê wan xwestiye derbasî qawişê bibe, lê rayedarên girtîgehê ev daxwaza wî qebûl nekirine.