Dayîkên bi zarokên xwe yên girtî re hatin derpkirin, vegotin 2018-09-07 10:16:22   ŞIRNEX - Xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtina vekirî duh çûn Girtîgeha Şirnexê, rastî êrîşa gardiyenan hatin. Dayîkên di êrîşa rêveberiya girtîgehê jî piştrast kirin de birîndar bûn, herî zêde derbarê zarokên xwe yên li pêş çavên wan hatin derpkirin de, bi fikarin.      Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di 06’ê Îlonê de ji bo hevdîtina vekirî ya mehane bi malbatên xwere hatin gel hev û hevdîtin kirin. Lê piştî hevdîtinê, ji ber girtiyê binavê Ayaz Avşar nîşaneya serkeftinê ji malbata re xwe kir, nîqaş derket. Li ser vê yekê Avşar, Osman Beytur û girtiyek din ê navê wî nehat zanîn, ji aliyê gardiyenan ve li ber çavên malbatên xwe hatin derp kirin. Dayîka Avşar Taybet Avşar, dayîka Beytur Hatîce Beytur û xizmên girtiyê navê wî nehat zanîn ên bertek nîşanê vê rewşa dan jî, ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin.        ALÎKARÊ MIDUR BÛYER PIŞT RAST KIR    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Hasan Ozguneş, li ser agahî dayîna malbatan, li girtîgehê geriya û Alîkarê Midurê Girtîgehê bûyer pişt r ast kir. Alîkarê Midur agahiya derbarê gardiyenê binavê B.T. ê girtî û malbatên wan derp kirin de, lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin, dabû.       LI BER ÇAVÊN DAYIKÊ KURÊ WÊ DERP KIRIN     Taybet Avşar a bi kurê xwe re hat derp kirin, bûyera di girtîgehê de hat jiyîn vegot. Avşar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî hevdîtin qediya, xizmên girtiyan li çepikan xistin û tilîlî berz kirin. Kurê min jî bi nîşaneya serkeftinê bersiv da me. Li ser vê yekê gardiyenan kurê min derp kirin. Gardiyanekê bi destê xwe gewriya kurê min girt û kulm li ser û rûyê wî xistin. Dûre pişta kurê min dan dîwar. Min xwest ez kurê xwe ji nava destên gardiyenan derbixim. Di wê navberê de derbek li serê min ket û ez ji ser hişê xwe çûm. Gava hatim ser hişê xwe, kurê min û girtiyên din biribûn qawîşan.”          MALBAT BI FIKARIN    Avşar, da zanîn ku gardiyanekê ji wê re gotiye ‘Em ê carek din te dernexin hevdîtina kurê te’ û wiha pê de çû: destûr nedin. Gardiyenan bi vî awayî gef li me xwarin. Derbarê rewşa girtiyan de, em bi fikarin. Êdî em dixwazin êrîş û zextên li ser zarokên me yên girtî bi dawî bibin.”   Hatîce Beytur a bi kurê xwe Osman re hat derp jî, bertek nîşanî êrîşan da û wiha bilêv kir: “Li ber çavên me zarokên me derp kirin. Divê em hemû malbatên girtiyan, êrîş û îşkenceyên li ser girtiyan qebûl nekin. Divê em wan bi tenê nehêlin.  Li dijî van binpêkirinên mafan divê em bi hevre tevbigerin.”