Malbatê piştî testa DNA'yê cenazeyê Vahide Çalkendir definkirin 2018-09-07 09:43:25   QERS - Malbata Endama HPG'ê Vahîde Çalkendir a di 28'ê Hezîranê de li Garzanê jiyana xwe ji dest dabû, ji goristana Bêkesan a Bedlisê derxistin û li Navçeya Dîgorê ya Qersê definkirin.    Endama HPG'ê Vahîde Çalkendir (Vîyan Çiya), di 28'ê Hezîranê de li Garzanê di operasyona leşkerî de di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Bêkesan a Bedlisê hatibû defin kirin. Malata Çalkendîr, piştî testa DNA'yê diyar bû cenaze derxistin û li Navçeya Dîgorê ya Qersê definkirin. Malbatê di 16'ê tîrmehê de ji bo testa DNA mînaka xwînê dabû. Piştî 2 meh şûndê testa DNA diyar bû. Pişti testa DNA diyar bû, malbatê duh cenazeye Çalkendîr ji Goristana Bêkesan a li Bedlîsê girtin û birin li Yaylasinco ya Dîgora Qerse defin kirin.