Girtiyê nexweşê giran Boz: Pir zêde kîlo winda dikim 2018-09-07 09:42:58 ENQERE - Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz, ligel ku rîska wî ya jiyanî heye, 5 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Boz, diyar kir ku xwarina parêzê nadin wî û got: “Tenduristiya min nebaşe, pir zêde kîlo winda dikim û dema diçim revîrê jî, ji min re dibêjin tiştekê te tuneye.”   Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê, derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de dijî, bi nemeyekê ji ajansa me re vegot. Bozê ku di 25’ê Tebaxê de name şend, berî bikeve destê me bi 2 rojan birayê Boz bi telefonê li me geriya û diyar kir ku birayê wî ji aliyê 6 gardiyenan ve hatiye derpkirin.    Boz di nameya şand de wiha behsa rewşa xwe  kir: “Ez di 27’ê Nîsana 2018’an de sewqî Girtîgeha Xerpetê hatim kirin, ji wê rojê û vir ve di hucreya yek kesî de têm girtin. Ligel hemû hewldanên min jî, ez nekirim qawîşa 3 kesan ên hevalên min de.”      'Xwarinên min ên parêzê nadin min’   Ligorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), nexweşiyên pençeşêra tîroîd, KOAH, gurçik, mîde û prostat bi Boz re hene û ji ber nexweşiyan divê Boz bi awayekê taybet bê xwedîkirin. Lê Boz di nameya şand de, diyar kir ku hîna jî xwarina parêzê nadin wî û ev tişt gotin: “Dermanê min ê sandoz ê vîtamîna C ligel k udi rapora min de heye jî nadin min. Ji bo parêz û dermanan min hevdîtin bi bijîşkê revîrê kir, lê bijîşk ji min re got ‘divê tu vê mijarê bi rayedarên girtîgehê re parve bikî.’ Min hevdîtin bi rayedarên girtîgehê re jî kir, wan jî ji min re  gotin ‘bijîşk bi parêz û dermanan re eleqeder dibin.’ Êdî ez jî nizanim dê kê bi min re eleqeder bibe.”   'TIŞTEKÊ TE TUNEYE'   Boz, da zanîn ku berî cejnê derket revîrê û wiha pê de çû: “Gava çûm bijîşk min jê re got ‘tenduristiya min nebaşe, parêza min nadin min û her roj kîlo winda dikim.’ Bijîşk jî ji min re got ‘ji roja ku min te dîtî, tu hîn baştirî. Tiştekê te tuneye.’ Ez li hemberî vê helwesta bijîşk matmayî man û min jê re got ‘ev tu çi bijîşkî’ û ji revîrê derketim.”   Boz, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Dema ez ji girtîgeha Kayseriyê sewqî girtîgeha Xerpetê kirim, alavên min nedan min. Alavên min ên di girtîgeha Kayseriyê de man, ji bo ji min  re bişînin min daxwaznema ji Wezareta Dadê re şand. Lê Wezareta Dadê, bersivek neyînî da daxwaznameya min.”   MA / Dîren Yurtsever