Sekretera YE' ya Tirkiyeyê: Di warê domandina muzakereyn de tu sinyal naxuyên 2018-09-07 09:12:02 STENBOL - Sekretera Giştî ya Forûma Tirkiyeyê ya PE'ayê Laura Batalla Adam, diyar kir ku ji ber Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de bi awayekî neyînî tev digere, ji bo tevlîbûna muzakereyên YE'yê tu sinyalan nade.  Sekretera Giştî ya Forûma Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê (PE) Laura Batalla Adam, diyar kir ku ji ber Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de bi awayekî neyînî tev digere, ji bo tevlîbûna muzakereyên Yekîtiya Ewropayê (YE) tu sinyalan nade.    'JI BO DOMANDINA MUZAKEREYAN SINYAL TUNE NE'    Adam, anî ziman ku ji bo muzakereyên Tirkiyeyê yên ji bo YE'yê bidomin, divê têkiliyên Tirkiye-YE'yê normal bibin û her wiha dê ev rewş bibe sedema ku Tirkiye demokratîk bibe. Adam got: "Lê belê ji bo başkirinê û diyaloga siyasî xwesteka herdu hêlan jî tune ye. Ji ber ku Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de bi awayekî neyînî tev digere, ji bo tevlîbûna muzakereyên Yekîtiya Ewropayê (YE) tu sinyalan nade."   'AZADIYA ÇAPEMENIYÊ'    Adam, destnîşan kir ku YE bidawîbûna Rewşa Awarte re memnûn bûye û vê yekê di warê avaêtina demokratîkbûyîn de wekî gaveke baş dinirxand û got: "Lê belê careke din hat dîtin ku ev yek têr nake. Pêdiviya Tirkiyeyê bi rêzgirtina mafên mirovan û mîsogerkirina wê heye. Tirkiye di warê pêkanîna demokrasiyê de neserketî ye û mînakeke vê jî azadiya çapemeniyê ye. Hejmara rojnamevanên girtî pir zêde ye. Ev yek ji bo YE'yê cihê endîşeyan e. Bi rastî jî eger Tirkiye dixwaze bibe endamê YE'yê mecbûr e rêzê nîşanî mafên mirovan û azadiyê bide."    'JI BO YE'YÊ DemoKRASÎ Û AŞTÎ BIVÊNEVÊ YE'    Adam, daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû ku gotibû "Di warê têkoşîna li hemberî terorê em dixwazin YE zêd edestê bide" bi bîr xist û bilêv kir ku "têkoşîna li hemberî terorê" endîşeya hevpar a YE û Tirkiyeyê ye. Adam, destnîşan kir ku lê ji bo welate bibe endamê YE'yê aştî û demokrasî bivê nevê ye.    'DIVÊ GIRÊDAYÎ NIRXÊN YE'YÊ BE'   Adam, anî ziman ku Tirkiye hewl dide bi be endamê YE'eyê, lê belê hîna jî gelek kmasiyên wê hene û got: "Wekî namzetekî divê Tirkiye di warê demokrasî û mafên mirovan de girêdayî nirxên YE'yê be. Eger Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de gavên baş bavêje dê muzakereyên wê yên ji bo endamtiyê dewam bikin. PE, baş hay ji qewmînên li Tirkiyeyê heye û wan raçav dike. Eger gavên başkirinê bên avaêtin dê ji bo Tirkiye û YE'yê avantajek be. Başkirina diyaloga siyasî divê."    MA / Necla Demir