'Tenê du hevokên li Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rihet bike' 2018-09-07 09:09:53 AMED - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku eger pêwendî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê danîn an jî muzakereyek bê çêkirin dê Tirkiye rihet bibe û got: "Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên jî dê Tirkiyeyê rihet bike." Her wiha Ocalan destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdê ji destê kê çi tê divê bê kirin.  Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan didome. Parlemneterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan tecrîda li Îmraliyê nirxand.    'OCALAN AKTOREKE GIRÎNG E'    Ocalan, destnîşan kir ku piştî rê li ber hevdîtinên bi Ocalan re hat girtin Tirkiye ber bi aloziyê ve çû û got: "Birêz Ocalan hem li Rojhilata Navîn hem jî ji bo gelê kurd aktorekî girîng e. Em wisa hîs dikin ku Tirkiye jî tevkarî bi hêzên navnetewî re kiriye. Piştî çend serdanên CPT'yê, der barê rewşa Ocalan de raya giştî nayê agahdarkirin."    ‘TECRÎD LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV DIBE'    Ocalan, qewimînên li Tirkiye û Bakurê Sûriyeyê nirxand û got: "Tenê Ocalan dikare rê li ber şerê li Rojhilata Navîn bigire. Tecrîdkirina Birêz Ocalan li tevahiya civakê belav bûye. Ji bo rê li ber vê bê girtin, ji destê kê çi tê divê bike."    ‘DIVÊ HERKES BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE'    Ocalan, bilêv kir ku Tirkiye ber bi felaketê ve diçe û got: "Ji bo dawî li vê rewşê bê, divê demokrat, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û gelê kurd berpirsiyariya xwe bi cih bînin û dawî li tecrîdkirina Ocalan bînin."    ‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ DIVÊ EM BIKIN'    Ocalan, destnîşan kir ku eger tecrîdkirina dewam bike dê dijminahiya ku di navbera gelan de hatiye afirandin kûrtir bibe û got: "Di 95 salên dîroka Komara Tirkiyeyê de tiştek çêbû. Di navbera salên 2013-2015'an de pêvajoyek çêbû. Ev pêvajo ji bo gelan tiştekî erênî bû. Niha rewşa welat ne di destê AKP'ê ne di destê MHP'ê ne jî di destê Tirkiyeyê de ye. Niha şer û aloziyeke mezin heye. Ji bo ev şer û alozî kûrtir nebe, zarok û ciwanên vê erdnîgariyê nemirin ji destê kê çi tê divê bike. Her diçe rewş xirabtir dibe."    ‘SOYLÛ PÊŞENGIYA ŞER DIKE'    Ocalan, diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bi erkeke taybet hatiye ser kar û got: "Soylû pêşengiya vî şerî dike. Em careke din dubare dikin. Tu fêdeya vî şerî ne li kurdan ne jî li tirkan heye. Aştiyeke xirab jî ji şerê herî baş çêtir e. Divê herkes destê xwe têxe bin kevir. Ji bo rihetbûna welat divê hin tişt bên kirin."    ‘TENÊ DU HEVOK JÎ DÊ RIHET BIK'    Ocalan, destnîşan kir ku eger pêwendî bi Ocalan re bê danîn dê Tirkiye rihet bibe û got: "Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên jî dê Tirkiyeyê rihet bike. Di gelek qadan de krîz heye. Û sedema herî mezin a vê krîzê jî mixabin siyasetmedarên bêkêr in û hikûmeta AKP'ê ye."    ‘DÊ RÊ LI BER ŞEREKÎ MEZIN VEKE'    Ocalan, diyar kir ku ji bo dawî li tecrdîkirinê bê hin çalakî tên kirin. Ocalan bilêv kir ku ev çalakî watedar in lê belê têr nakin û got: "Ji bo pêkanîna aştî û aramiyê Birêz Ocalan aktorekî girîng e. Ji bo vê Ocalan li der hat hiştin. Em dikarin bêjin ku eger Ocalan têkeve dewrê dê hin pirsgirêk çareser bibin. Hêzên navnetewî daxilî vî karî bûne. Di vî warî de li hev kirine. Dê ev rewş rê li ber şerekî mezin ê birayan vebike."    Ocalan, anî ziman ku rojeva wan a sereke bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e û got: "Dawî li tecrîdkirina Ocalan bê dê aştî û aramî bê welat. An jê dê welat ber bi pevçûnê ve biçe. Niha şerê navxweyî heye."