Dayikên Şemiyê: Di hefteya 702’yemîn de em li Galatasarayê ne 2018-09-06 16:36:58   STENBOL – Dayikên Şemiyê ragihandin ew ê di hefteya xwe ya 702’yemîn de li Qada Galatasarayê bin.    Li ser fermana Wezareta Karê Hundir çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700’emîn rastî mudaxeleya polîsan hatibû û di hefteya 701’emîn de jî destûr nehat dayîn biçin Qada Galatasarayê û çalakî qedexe kiribûn. Dayikên Şemiyê di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandin ew ê di hefteya 702’yemîn de li Qada Galatasarayê bin û li aqûbeta Kenan Bîlgin ê 24 salê berê hatibû windakirin bipirsin.