Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide 2017-10-22 09:27:01 AMED - Zarîf Garbul a piştî xaniyê wê yê li Taxa Alîpaşayê hat rûxandin, koçî Taxa Lalebeyê bû. Zarif tevî hevjînê xwe yê ker û lal û 7 zarokên xwe, li hemberî gefa rûxandinê li ber xwe dide.  Bi mehan e li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê di bin navê “veguherandina bajêr” de rûxandin didomin û gava ewil a rûxandinê li ber qedandinê ye. Piştî vê dê etaba duyemîn a rûxandinê dest pê bike. Şêniyên taxê yên xwedî mal û her wiha yên di xaniyên bikirê de jî bi heman gefê re rû bir û ne.    Yek ji şêniyên taxê yên di xaniyê bi kirê de ye jî Zarîf Garbul e. Malbata Garbul, ji ber etaba rûxandinê ya ewilîn a li Taxa Alîpaşayê neçar ma derbasî Taxa Lalebeyê bibe. Zarîfe Garbul, tevî hevjînê xwe yê berastengê dîtin û bihîstinê û 7 zarokên xwe niha li Taxa Lalebeyê di xaniyê bi kirê de dijî.    12 SAL IN LI SÛRÊ NE    Malbata Garbulê jî wek malbatên din ên li Sûrê nesîbê xwe ji polîtîkayên salên 90’î yên şewitandin û valakirina gundan wergirtine. Nêzî 30 sal berê malbata Garbulê ji Liceya Amedê koçî Taxa Ben û Senê ya Amedê kiriye û ev 12 sal in jî li Sûrê dijî. Zarîf Garbula 46 salî anî ziman ku ji ber tunebûyînê malek wan çê nebûye û ji ber ku xaniyê wan tune ye, hema bêje li gelek semtên Amedê geriyane û di xaniyên bi kirê de mane.      Garbul, anî ziman ku piştî ew li Taxa Alîpaşayê bi cih bûne jiyana wan guheriye. Garbul, got ku gelek caran ji ber ku heqê kirê bi wan re tune bûye, ew ji aliyê xwediyên xaniyan ve hatine derxistin û bi salan wan ji neçarî xaniyên xwe guherandiye. Garbul got “Gelê Sûrê deriyê dil û malên xwe ji me re vekir” diyar kir ku, li Taxa Alîpaşayê xaniyê ku ew tê de bûn hatiye rûxandin û wan berê xwe daye Taxa Lalebeyê. Garbul anî ziman ku niha xaniyê ew tê de ne jî bi gefa rûxandinê re rû bi rû ye. Garbul, dest nîşan kir ku zivistan nêz dibe û heke ew koçber bibin ew nizanin ew ê çi bikin û ev tişt gotin: “Em zarokên Sûrê ne. Em nikarin derkevin derî Sûrê. Sûreke din ku deriyê xwe ji me re vebike, me xwedî bike, biparêze tune ye.”    ‘JI BILÎ KONVEDANÊ WEKÎ DIN TU ÇAREYEK TUNE YE’    Garbul, dest nîşan kir ku li Taxa Alîpaşayê wan li hemberî rûxandinê li ber xwe daye, ew ê li Taxa Lalebeyê jî li ber xwe bidin û wiha got: “Kêm zêde dixebitim û bi awayekî debara xwe dikim. Li cihên din kirê zêde ne. Bi pereyê ku qezenc dikim nikarim li cihekî din îdareya xwe bikim. Heke min bi zorê derxînin ez ê kon vedim, wekî din tu çareyek min tune ye.” Garbul, ani ziman ku ew li nav baxçeyên Hewselê dixebite û karên rojane dike. Garbul got ku wê bi vî awayî zarokên xwe mezin kiriye û wiha domand: “Piştî li Sûrê bi cih bûm, hinekî barê ser milê min sivik bû. Herî zêde li Sûrê di kirê de mam. Bi salan e bi tena serê xwe li hemberî şert û şirûtên jiyanê li ber xwe didim. Zaf bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mam. Lê belê min tu carî li ber kesî serî netewand û min zarokên xwe anîn heta vî emrî. Me û cînarên xwe tim alîkariya hevdu kir. Bi saya wan ji derheqê gelek rojên zor û zehmet derketim.”    ‘KESÊN FERŞIKEK WAN JÎ LI SÛRÊ TUNE, SÛRÊ DIRÛXÎNIN’    Garbul, dest nîşan kir ku mirov di her şert û şirûtê de dikarin li Sûrê jiyana xwe îdame bikin. Garbul, anî ziman ku Sûr dikare her kesî di bin banê xwe de bihebîne û wiha got: “Kesên ku ferşikek wan jî li Sûrê tune ye, tên Sûrê dirûxînin.”