Parêzeran bi Nobeta Edaletê dest bi sala edlî ya nû kirin 2018-09-06 14:11:28   STENBOL - “Nobeta Edaletê” ya ji ber betlaneya edlî navber hatibû dayîn, di hefteya 69’emîn a Nobeta Edaletê de berdewam kir.    Rêxistinên hiqûqî yên ji bo hempişeyên xwe yên girtî li Edliya Çaglayana Stenbolê dest bi Nobeta Edlî kiribûn, piştî betlaneya edlî çarek din destpê kirin. Parêzerên di hefteya 69’emîn a Nobeta Edaletê de, li ber Peykerê Themîs kom bûn, piştî demekê derketin derveyî edliyê û daxuyanî dan çepmeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Edalet” hat vekirin. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy û Zuleyha Gulum, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û ji baroyên Hatay, Manîsa û Enqerê rêveber piştgirî dan çalakiyê.   'KESÊN EM NECARÎ VÊ NOBETÊ KIRIN BILA JI XWE ŞERIM BIKIN'   Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kesên ku 69 heftene em necarî vê nobetê kirîn bila ji xwe şerim bikin.”   Berendama Serokê Baro û Sekreterê Giştî ya Baroya Manîsayê Seçîl Ege Degerlî jî, diyar kir ku mirovên li Tirkiyeyê pêdiviya wan bi edaletê heye    'EM TENÊ HIQÛQÊ DIXWAZIN'   Berendamê Serokê Baroya Enqerê Erînç Sagkan jî, da zanîn ku ew hem di teyakûzê dene û hem jî pergaleke edaletê ya nexweşîna giran heye. Sagkan, zanî ziman ew tenê hiqûqê dixwazin   JI BO BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ BANG HAT KIRIN   Piştî axaftinan, ji bo beşdarbûna danişîna roja Duşemê bê dîtin û 5 rojan berdewam bike bang hat kirin.