Danişîna TUHAD-FED û OHP'iyan hat taloqkirin 2018-09-06 13:15:35   STENBOL - Danişîna doza TUHD-FED û OHP’ê ya darizandina 12 jê parêzer 49 kesan hat taloqkirin.    Danişîna doza darizandina 12 jê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û 37 endam û rêveberên TUHAD-FED a bi KHK’ê hat girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn hat dîtin. Parêzer Ramazan Demîr, Huseyîn Bogatekîn, Ayşe Acînîklî, Raziye Turgut û parêzerên endamên OHP’ê beşdarî danişînê bûn. Hiqûqnasên ji baroyên cuda yên Fransa û Hollanda jî hatibûn, beşdarî danişînê bûn.     ‘DIVÊ DARIZANDIN BI DAWÎ BIBE’   Piştî danasîna nasnameyê, parêzerên mafê axaftinê girtin, dem ji bo amadekirina parastinên xwe xwestin. Dûre parêzer Mehmet Sanî Kizilkaya parastin kir û wiha axivî: “Em hemû sala 2011’an baş dizanîn. Em bêhiqûqiyên hatin jiyîn jî, dizanîn. Hemû hempişeyên min ên li vê derê di şevekê de bûn endamê rêxistinê. Hemû kes di wê demê de mexdûr bûn. Divê êdî ev darizandin bi dawî bibe.”   Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û danişîn taloqî 11’ê Kanûna 2018’an kir.