Destûr nedan malbat şîna kurê xwe Denîz dîne 2018-09-06 13:14:56 MÊRDÎN - Malbata Endamê HPG'ê Denîz Yuksel ê li navçeya Hezro ya Amedê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da û duh li Qoserê hat definkirin, xwestin konê şînê vekin. Polîsan destûr neda ku malbat konê şînê vekin û malbat malbat sersaxiyê li malê qebûl dike.  Esker û tîmên taybet ji hewayî û bejayî di 3'ê Îlonê de li gundê Helhelê ya Hezroya Amedê operasyon pêk anîn. Di operasyonê de endamê HPG’ê Denîz Yuksel (Haki Hakki) jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî cenazeyê Yuksel ji nexweşxaneya Amedê wergirtin şevê din li Taxa Medya ya Navçeya Qoserê ya Mêrdînê defin kirin. Malbatê piştî cenaze li Goristana Xerabilmê defin kirin, xwestin îro li taxa Berçem konê şînê dînin. Lê polîsan destûr nedan ku malbat konê şînê dîne. Midûriyeta polîsan vekirina konê şînê asteng kir û destûr neda malbat şînê dîne. Li ser vê yekê malbata Yuksel şîn li mal danîn û sersaxiyê li mala xwe qebûl dikin.