Parêzerên Ocalan cara 785'emîn xwestin biçin Îmraliyê 2018-09-06 12:32:49   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin cara 785’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal û Raziye Turgut bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 785'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 784 caran serî li serdozgeriyê dan. Lê Dozgeriyê her dem bi sedemên "Muxalefeta hewayê" û "Koster xerabe ye" destûr nedan.