Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin 2017-10-22 09:23:54 MÊRSÎN - Elewiyên ereb ên li Karaduvarê dijîn bi piştevaniya hev, çanda xwe diparêzin.   Li Bajaroka Karadavarê ya navçeya Akdenîza Mêrsînê sedî 90'ê wê ji elewiyên ereb pêk tê, di binê her şert û mercî de çanda xwe diparêzin. Elewiyên li herêmê bi piştgiriya ku di navbera xwe de saz kirine, xwedî li çanda xwe derdikevin. Ev welatiyana bi piştgirî, komun û taybetmendiyên xwe li herêmê tên naskirin.   Qurbana ku wekî çandeke wan e tê dayîn, wê rojê li bajarokê tevgereke gelek zêde heye. Ji derveyê wê dema yek jiyana xwe ji dest dide, an jî daxwazeke yekî qebûl bû, xarin tê çêkirin û li tevahiya beldeyê tê belavkirin. Jinên elewiyên ereb tên gel hev û bi hev re dolme, birinc, goşt û hwd. çêdikin û di sîtilên mezin de wan dikelînin.   ‘QASÎ KU TÊRÊ BIKE EM ÇÊDIKIN'    Gulecan Aslan got ku "Qurban dayîn" di çanda elewiyên ereb de gelekî girîng e, bi du cureyan ev tê kirin û ev wiha vegot: "Dema yek jiyana xwe ji dest dide, ji bo wê qurban tê dayîn, ya din jî dema yek daxwaza wî qebûl dibe qurban tê dayîn. Ev çand tenê ya elewiyên ereb e. Jinên temenên cuda tên vir û bi hev re xarinên ku amade dikin, bi 7 avan dişon. Piştre dixin sîtilan û dikelînin. Em vê xarinê qasî ku têra me û malbatê bike amade dikin, ya zêde em tu carî nagirin û belav dikin."   'EM PIŞTGIRIYÊ ESAS DIGIRIN'   Halîme Ddama jî destnîşan kir ku di hefteya cenazeyan de û her sal carekê di dîrokên cuda de qurbanê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xizmên me xarinên cuda çêdikin. Di her salvegera mirinên xizmên me de ev tên dubarekirin. Ev xarina beyî ku bê cudakirin, li her kesên li Karaduvarê tê belavirin. Li kesên di rêyan re derbas dibin jî tê belavkirin."