Li Heskîfê dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin 2018-09-06 10:15:57   ÊLIH – Heskîfa dîrokî ya dê di bin ava Bendava Ilisû de bê hiştin hilweşandina lê didome û karê veguhestinê veguheriye deriyê rantê. Tê gotin bendav bi 12 milyar TL’yî tê êçkirin. Ji bo veguhestina hin berhemên dîrokî heta niha 350 milyon TL lêçûye. Dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin û hat gotin kes naçe serdana cihê berhemên nû lê hatine bicihkirin.    Li navçeya Heskîfa Êlihê ya dê di bin ava Bendava Ilisu de bê hiştin hilweşandin û veguhestina berhemên dîrokî didome. Ji niha ve rûxandinek ku vegera wê nîne li Heskîfê heye. Tirbeya Zeynelbey û Hemama Artuklu di nav de heta niha veguhestina 8 berhemên dîrokî temam bû. Li cihê van berhemên dîrokî bicih kirine niha şantiyeyek mezin ava kirin e. Ser cihê hemam lê ye bi betonê girtin.    Ji bo hin minare û tirbeyan xebata barkirinê hatiye bilezkirin. Bi hezaran şikeftên têketina wan bi betonê tên girtin dê bin avê de bimînin.    KEVIRÊN MINAREYAN DIKEVIN    Kevirên minareya Mizgefta Sultan Suleyman yek bi yek dikevin û dê wê jî veguhezînin cihê “Heskîfa Nû.” Hat gotin dê minareya Mizgeftea El Rizk jî dê bi heman rengî bê veguhstin.    JI BER VEGUHESTINÊ TIRBE GIRTIYE    Yek ji berhemên di bin avê de bimîne jî Tirbeya Îmam Abdullah e. Tê gotin dê vê tirbeyê jî veguhezînin cihê nû û ji ber vê yekê demek dirêje ji ziyaretvanan re hatiye girtin. Tê gotin heta niha 500 goran jê veguhestine û dê mayîn jî bên veguhestin.    Li gel tirbeyê dê Deriyê Roma yê derdikeve Kela Heskîfê jî di demek nêz de bê veguhestin.    BÛYE CIHÊ RANTÊ    Karê veguhestina berhemên dîrokî veguheriye rantê. Her kes li serê ranta xwe dike. Tê gotin dê lêçûyîna Bendavê 12 milyar TL be. Li Heskîfê ji bo restorekirina pira dîrokî 12 milyon TL lê hat xerckirin. Lêçûyîna veguhestina Tirbeya Zeynelbey jî 20 milyon TL ye. Ji bo cihê nû yê Heskîfê jî 3 pir hatine çêkirin û tê gotin ku 140 milyon TL lê çûye.    GIRÊ DI TEMENÊ XERABREŞKÊ DE HAT TUNEKIRIN    Yek ji van pirên nû ya ji aliyê Karê Dewletê Avê (DSÎ) tê çêkirin jî girê ku dîroka wê wek ya Xerabreşkê kevn e di bin de hat hiştin. Pir li ser girê dîrokî hatiye çêkirin û dîroka bi hezarên salan li vir hat tunekirin.  Li gorî agahiyên ber dest tê gotin heta îro li ser karê veguhestina berhemên dîrokî 350 milyon TL lê çûye.    BI SETÊ DÎTBARIYA KELEHÊ DIKUJIN    Seta ji bo “parastina” Keleha Heskîfê tê çêkirin û ku berê herikîna avê guhertiye her roja ku diçe tê bilindkirin. Butçeya ji bo vê seta tê çêkirin veqetandine nayê zanîn.    KES NAÇE SERDANA CIHÊ NÛ    Cihên berhemên nû lê hatine bicih kirin bi tenê hatine hiştin. Eleqeya li nêzî van berheman dûr maye. Peywîrdarên ewlekariyê yên nobeda van berheman digirin gotin: “Em bi şev û roj li vir in, lê bes tu kes nayê ziyareta berhemên dîrokî.”    Darên li Heskîfa kevn hatin rakirin û birin li cihê nû bicihkirin ji ber xemsariyê hemû hişk bûne.    Ji ber teqemeniyên li Çiyayê Ramanê pêk tên xwelî û kevir dikevin Çemê Dîcleyê û dibe sedemê qirêjiya avê.    MA / Metîn Yoksu