Bulbul: Pîrozweriyên Dersimê gazî dikin 2018-09-06 09:22:56 AMED - Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, diyar kir ku bi şewitandina daristanên li Dersimê nirxên pîroz tên tunekirin û got: "Seyîd Riza, Elîşêr, Besê Ana, Zarîfe Ana û pîrozweriyên Dersimê gazî dikin. Dibêjin hewar. Divê em deng xwe li vî dengî zêde bikin."  Şewata li Kûtûdere ya Dersimê berbelav dibe. Ji ber ku herêm wekî "herêma ewlehiya taybet" hatiye îlankirin mirovên dixwazin şewatê bitefînin tên astengkirin. Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê ji bo şewitandina daristanên li Dersimê got, bi van şewatan bawerî û çanda welatiyên elewî tê tunekirin.    ‘POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ DIDOMIN'    Bulbul, destnîşan kir ku bi şewitandina daristanan nirxên ehlaqî, mirovî û wijdanî yên Dersimê tên şewitandin û got: "Ji berê de ev polîtîka hene. Ji dema Selîmê Yekemîn ve li hemberî Dersimê polîtîkayên tunekirinê didomin. Di dema Îttihat terakkiyê de di bin navê Seferên Lehiyê de heta sala 1938'an herî kêm 30 sefer pêk hatine. Niha jî ev yek bi şewitandina daristanan didome."    Bulbul, bilêv kir ku ji dîrokê ve hewldanên ji bo guhertina erdnîgarî, nasname û çanda Dersimê tim hene û got: "Di sala 1935'an de Qanûna Tuncelî hat çêkirin. Bi vê qanûnê xwestin Dersimê tune bikin. Di dîroka cîhanê de qanûneke wiha tune ye. Tiştên niha li Dersimê tên kirin rojanekirina Qanûna Tunceliyê ye."   Bulbul got: "Dewlet bi awayekî sîstematîk giyaneweran dişewitîne. Dema pêdiviya dersimiyan bi daran hebe pêşî di navbera wan û daran de diyalog çêdibin. Destûrê ji darê dixwazin û paşê jê dikin. Pergal vê yekê dişewitîne."    Bulbul, anî ziman ku li Dersimê tenê daristan nayên şewitandin, tevî daristanan ziman, çand, ciwan, jin, mirov, dîrok û xweza tê şewitandin. Bulbul diyar kir ku ev sûc e û got: "Çimkî tenê ne li hemberî mirovahiyê li hemberî hemû heyînan sûc tê kirin. Ji bo vê divê termeke hiqûqê ya nû bê çêkirin."    Bulbul, bertek nîşanî astengkirina kesên ku dixwazin agirê li daristanan bitefînin û got: "Kesên dixwazin xweza tune bibe, helbet dê me asteng bikin. Wî şewitandiye û kesên dixwazin bitefînin jî asteng dike. Dewletek nikare xwezaya erdnîgariyekê, bajarekî bişewitîne. Bi awayekî sîstematîk sûc tê kirin. Nexwe ev şewat bi zanebûnî tên kirin. Ji bo tunekirinê dişewitînin. Lê em ê jî ji bo zîndebûnê bitêkoşin."    ‘PÎROZWERIYÊN DERSIMÊ GAZÎ DIKIN'    Bulbul bal kişand ser şewata li kûtûdereyê jî û bang li saziyên elewiyan, led, derdor û rêxistinên civaka sivîl kir û got: "Duzgun Baba tê şewitandin. Dema Duzgun Baba bê şewitandin ne mumkun e ku elewî bêdeng bimînin. Seyîd Riza, Elîşêr, Besê Ana, Zarîfe Ana û pîrozweriyên Dersimê gazî dikin. Dibêjin hewar. Divê em deng xwe li vî dengî zêde bikin."    MA / Mehmet Şah Oruç