Ji bo girtiya ji sedî 86 astengdar dê serî li CPT'ê bidin 2018-09-06 09:19:55 ÎZMÎR - Metîn Başdaş, diyar kir ku dayika wî Mevlude Başdaş a di Girtîgeha Jinan a Şakranê de ye, ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye û nayê berdan. Başdaş, da zanîn ku îşkenceyê li dayika wî dikin û dê serî li CPT'yê bidin.  Li Girtîgeha Jina ya Şakranê, her diçe rewşa girtiya nexweş Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş (60) ku ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye, girantir dibe. Metîn Başdaş ku li girtîgehê hevdîtin bi dayika xwe Mevlude Başdaş re çêkir, diyar kir ku rewşa diya wî nebaş e û xwest dayika wî bê berdan. Beşdaş, bilêv kir ku nexweşîna dil, şekir, gurçikan û tansiyonê bi diya wî re hene û di girtîgehê de jî astim lê peyda bûye. Başdaş, da zanîn ku Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora astengdariya ji sedî 86 daye diya wî û tirsa wan ew e ku diya wî di girtîgehê de bimire.    NE CENAZE EW DAYIKA XWE DIXWAZE    Başdaş, destnîşan kir ku dayika wî ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk bê têdikoşe û got: "Rapora diya min a astengdariyê ya ji sedî 86 heye. Me daxwazname ji rêveberiya girtîgehê, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê û Midûriyeta Saziya Înfazê re şandiye. Ji sedî 86 rapora diya min heye, lê hîn jî girtiye. Di meha Adarê de me raporên diya min ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re şand. Belê, em dizanin encam neyînî ye. Çimkî niha encam nehatiye, eger erênî bûna dê derketana. Ez bi saxî dayika xwe dixwazim, cenazeyê wê naxwazim."    Başdaş, diyar kir ku êdî diya wî nikare bimeşe û dema ji bo hevdîtinê dertê jî hevalên wê alîkariya wê dikin. Başdaş, bilêv kir ku ji bo ew li ber nekevin, diya wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji wan re nabêje. Başdaş got, êdî diya wî nikare bimeşe.    'BI ZORÊ BÊHNA WÊ DERTÊ'    Başdaş, diyar kir ku saleke diya wî ye di girtîgehê de ye û bi giştî 3 sal û 2 meha ceza lê hatiye birîn. Başdaş got: "Niha diya min di girtîgehê de tenê radizê, li ser nivînan dirêj kiriye. Tu fealiyetên wê yêns porê tune ne. Bi alîkariya hevalên xwe serê xwe dişo, xwarina xwe dixwe. Ji bo vexwarinê jî avê li nav nivînan didinê. Hevalên wê yên qawîşê pir baş lê dinerin, lê ew dayikeke extiyar e. Ma qawîş û girtîgeh dê çi qasî paqij bin? tenê ne diya min, bi sedan mirov girtî ne. Girtîgeh tije bûne. Germ e. Ma dê ew nêveng çi qas baş be. Bila vê dayika extiyar ku gelek nexweşînên wê hene dîsa muayene bikin, teqez dê rêjeya astengdariya wê zêde bûbe. Diya min bi zorê bêhnê distîne."    ‘EM Ê SERÎ LI CPT'YÊ BIDIN'    Başdaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe û ji ber vê şik û gumanên wan zêde dibin. Başdaş, diyar kir ku tu hêviya wan ji bo girtîgehên li Tirkiyeyê tune ye. Başdaş got: "Ew jî dizanin ku dê sibê dusib diya min di girtîgehê de bimire. Dema girtîgeh diya min dibe nexweşaxneyê û dermana dide jî, ne ji ber ku dixwaze. Diya min ji bo sewqkirina nexweşxaneyê got 'sirf ji bo formalîteyê min dibin. Tenê ji bo bêjin me ew biriye dibin. Tu mudaxile nayên kirin.' Em ê serî li her derî bidin. Wisa dixuyê dê cezayê wê biqede. Lê dê ev nexweşîn tim pê re hebin. Eger hewce be em ê serî li Komîteya Rêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bidin. Ya ku tê kirin îşkence ye."    MA / Ruken Demir