ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-06 09:00:08   * Metîn Başdaş, kurê Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ye û ji sedî 86 rapora wê ya astengdariyê heye û nayê berdan, got ya ku li dayika wî tê kirin îşkence ye û ew ê serî li CPT'yê bidin.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser têkiliya pêkhatin û qedandina krîzên aborî û wiha kapîtalîzê rexne dike: "Di dîrokê de tişta ku tu şerî û felaketên xwezayî neaniye serê civaka mirovan kapîtalîzmê bi awayê aboriyê aniye serê civaka mirovan."    * Parlementerên HDP'ê li herêmê tim ji aliyê polîs û leşkeran ve tên astengkirin. Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya vê yekê tune ye û got: "Ev pêkanîneke kêfî ye. Ew me asteng bikin jî em ê biçin. Carekê be jî û hezar car be jî em ê biçin."    * Der barê Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan de bi îdiaya "fealiyetên li ser navê rêxistinê" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo lêpirsînê nameyên ku dema Demîrhan di girtîgehê de ji malbata xwe re şandine û axaftinên bi malbat û parêzerên wî re wekî hincet hatin nîşandan.    * Li Kolikê esnafan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û gotin berê ku wan sala çûyîn bi 15 lîreyan dikirî, niha bûye 35 lîre. Esnafan destnîşan kir ku ji bo krîz bê çareserkirin pêdivî bi aştiyê heye.    * Noqkarên ku qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin ew ji kar derxistin hîn jî di nav xebatên rizgarkirinê de cih digirin. Noqkaran bilêv kir ku gergerînek ku ocaxên qûman ew çêkirine dibin sedema mirinê û ji bo xebatên rizgarkirinê pêdiviya wan bi botan heye.    * Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, diyar kir ku bi şewitandina daristanên li Dersimê nirxên pîroz tên tunekirin û got: "Seyîd Riza, Elîşêr, Besê Ana, Zarîfe Ana û pîrozweriyên Dersimê gazî dikin. Dibêjin hewar. Divê em deng xwe li vî dengî zêde bikin."    * Înşaeta HES'ê ya Karakuşê ku li Hewzeya Parka Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê tê avakirin tevî bertekên gel jî berdewam dike. Welatî Îsmet Ardiç bertek nîşanî helwesta dewletê da û got "Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Bila dest ji me û xwezaya me berde.    * Malbatên Roboskê ji bo edalet pêk bê dê li ser gorên 34 kesên di komkujiya bi balafirên şer ên F-16 de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyê bide çapemeniyê.    * Danişîna doza 12 endam û Rêveberên TUAD-FED'ê yên parêzer dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)    * Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat li 2'ê Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin.(10.30)   * Parêzer dê ji bo nobeta edaletê ya ji bo parêzerên girtî li ber edliyeya Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin. (11.30)