Baroya Mêrsînê çû serdan parêzeran 2018-09-05 16:03:37   MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz çû serdana Odeya Parêzerên Sîlîfkê û pirsgirêkên hempişeyên xwe guhdar kir.    Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, bi boneya pîrozbahiya sala edlî ya 2018 û 2019’an çû serdana Odeya Parêzerên Sîlîfkê. Yeşîlbogaz, di serdana xwe de pirsgirêkên hempişeyên xwe guhdar kir. Yeşîlbogaz, diyar kir ku di pergaleke hiqûqî ya neserbexwe û bêalî de, ne mimkûne ku civak baweriya xwe bi darazê bîne. Yeşîlbogaz, da zanîn ku ji bo darazeke bi qalîte pêş bikeve, divê perwerdehiyek hiqûqî ya bi qalîte bê dayîn û wiha got: “Ji ber vê sedemê em weke Baroya Mêrsînê girîngiyê didin perwerdehiyek hûndirîn a pîşeyî. Bi vê boneyê em hêvî dikin ku sala edlî ya 2018-2019’an bibe azadî û mafê demokratîk ên civak û takekesan.”