‘Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin’ 2018-09-05 15:42:54   ÊLIH – Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêbeê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Salona Konferansê ya Şaxa Sendîkaya Petrol-Îş’ê ya Êlihê panel li dar xist. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Nîzamettîn Toguç di penelê de axivîn û gellek kes jî beşdarî panelê bûn.    ‘TECRÎD BÊHIQÛQÎ YE’    Parêzer Uysal anî ziman ku dema kesek ji 3 rojan zêdetir bi kesekî re nikaribe hevdîtin bike ew tê tecrîdkirin û got: “Îro birêz Ocalan ji roja hat girtin û heta niha tecrîda girankirî lê tê kirin. Tecrîd ne hiqûqî ye. Girtiyên li cem Ocalan jî tên tecrîdkirin. Ev yek bêhiqûqî ye.”    ‘OCALAN ÇARESERÎ BI XWE YE’    Uysal komploya navdewletî ya li dijî Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Çawa tiliya hêzên navdewletî di dîlgirtina Ocalan de heye, îro bi heman rengî tiliya heman hêzan di tecrîdkirinê de jî heye. Ocalan bi xwe modernîteya demokratîk e. Ya herî girîng jî Ocalan bixwe çareseriye. Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin. Em dixwazin hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin, lê bi polîtîkayek taybet red dikin. Ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye. Qanûnên vî welatî bi taybetî ji bo Îmraliyê tê guhertin.”    ‘HÊZÊN NAVDEWLETÎ NAXWAZIN TECRÎD RABE’    Uysal da zanîn ku tecrîdkirin Ocalan bandorek neyînî li ser hemû kesî dike û got: “Hêzên naxwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe yên li Rojhilata Navîn çareseriyê naxwazin. Em wek parêzeran ji bo tecrîd ji holê bê rakirin tişta ji destê me em ê bikin û heta Ocalan bê berdan jî wê têkoşîna me ya hiqûqî dewam bike.”    ‘TECRÎD DEWAMA PIŞAFTINÊ YE’    Pişt re Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç jî destnîşan kir ku Ocalan jî mîna Mandela û Arafat rêberê gelekî ye û wiha got: “Ya îro tê tecrîdkirin rêberê gelekî ye. Zexta li ser rêber, bi heman rengî li ser gel jî dikin. Bi salan e kurd bi tunekirinê re rû bi rû ne. Sed sal e ev polîtîka didome. Bivê nevê divê ji bo rakirina tecrîdê em li ber xwe bidin. Armancek din a tecrîdê jî parçayek polîtîkaya pişaftinê ye. Ji bo vê divê divê em dawî li tecrîdê bînin.”