Li Kurdistana Federal modaya welatên rojava cil û bergên kurdî didin ji bîrkirin 2018-09-05 13:23:24   HEWLÊR - Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyek berfireh ji bo nîşandana cil û bergên modaya welatên Rojavayî hat kirin. Cil û bergên ku bi qumaşên cilên gelerî yên kurdî, lê bi modaya welatên Rojavayî hatin çêkirin, ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşe kirin ve nirxandina ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike hat kirin.     Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyek berfireh ji bo nîşandana cil û bergên modaya cilên welatên Rojavayî hat kirin. Ji bo nîşandana koleksîyonê, li ser dîkê nêzî 80 keç û xortên ciwan ji Amerîka û welatên Avrupa anîne bajarê Hewlêrê. Vê yekê nîşandan ku modaya dewletên Rojava bi sponsorîya tora medyaya Rudawê hat birêvebirin.    Piranîya cil û bergên ku hatîn nîşandan, bi qumaşên cilên Kurdî, bi modayê welatên Rojavayî hatibûn çêkirin. Ev bû sedema bertek û nîqaşên cur bi cur. Ji aliyê hin kesên nîşandana modayê temaşekirin ve nirxandinên cur bi cur hatin kirin û hat gotin ku ev nîşandana modaya cil û bergan bi taybet ji bo bala ciwanên Başûrê Kurdistanê bikişîne ser xwe û wan ber bi çanda welatên derve ve bibe, tên kirin. Her wiha di vê nîşandana modayê de, zarok jî hatine bi karanîn. Ji bo vê jî bertek hatin nîşandan û şîroveya hîna di temenek biçûk de wan berbi helandina çandî ve kaş dikin, hat kirin.    Temaşekerê nîşandana modayê X.E.M, diyar kir ku wî jî li modayê temaşe kir û bertekê xwe ji perpirsiyarên amadekar ên modayê re rave kir û got: “Xelkê qedîm ê herêma Kurdistanê li hember vê nîşandana modayê wê nerazîbin. Ev tişt li dijî çanda me ye û bi armanca windakirina çanda cil û bergê Kurdî tê kirin.  Ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike.”