Sala adlî bi darizandina akademîsyenan dest pê kir 2018-09-05 13:12:45   STENBOL – Sala adlî bi darizandina akademîsyenên aştiyê yên belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kirin dest pê kir. Bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” danişîna 2 akadamîsyenan hat dîtin û piştî parastinan danişîn hat taloqkirin.    Piştî sala adlî vebû darizandina Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kiribûn û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirin e” doz li wan hatibû vekirin li Edliya Çaglayana Stenbolê dewam kir. Danişîna ewil a peywîrdarên lêkolînê yên ji Zanîngeha Bogazîçiyê Şenay Çinar û Zeynep Arikan li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.    Akademîsyen di danişînê de amade bûn û berata xwe daxwaz kirin û ji bo parastinê jî dem xwestin. Parêzera akademîsteyan Înayet Aksu jî parastina miwekîlên xwe kir û xwest miwekîlên wê demildest bên beratkirin û dosyeya wan bi dosyeya 4 akademîsyenên li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên darizandin ve bê girêdan û xwest darizandin li gorî xala 301’an a Qanûna Cezayê  Tirk (TCK) dewam bike.    Heyeta dadgehê biryar da ji bo daxwaza 301’ê bê nirxandin agahiyan bişînin Dadgeha 13’emîn. Heyeta dadgehê dema parastinê da akademîsyenan û parêzer û daxwazên din red kir.    Danişîn taloqî 12’ê sibata 2019’an hat kirin.