Îstîxbarata OSO komên xwe yên li Efrînê hişyar kirin: YPG mezin dibe û tê 2018-09-05 12:35:10 EFRÎN - Beşa Lêkolîn û Arşîva komên OSO yên girêdayê Tirkiyeyê derbarê çalakiyên YPG/YPJ’ê de, ji bo endamên xwe hişyar bikin, talîmatnameyek belav kir. Di talîmatnameyê de hat diyarkirin ku her diçe ciwan tevlî  YPG’ê dibin û tên.  Di talîmata bi deng de jî hat gotin ku kurdên ji 15 salî jortir ji Efrînê bên derxistin.    Li Efrînê piştî ku çalakiyên YPG/YPJ’ê yên li dijî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO zêde bûn, metirsiyek mezin çêkir. Ji ber vê Beşa Lêkolîn û Arşîfa komên OSO ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve weke “Artêşa Millî”, “Kuvayî Millî” hatin pênasekirin, bi riya belavkirina talîmatnameyekê endamên xwe hişyar kirin. Di talîmatnameyê de metirsiya çeteyan a li hemberê çalakiyên YPG’ê bi awayekê zelal pir zêde bûye.     ‘MEZIN DIBIN Û TÊN’     Talîmatnameya ku ji aliyê Beşa Lêkolîn û Arşîfa komên OSO ve di rojên dawî de bi zimanê erebî hatî nivîsandin û weke hişyarî li endamên xwe belav kirin wihaye: "Kurd bi armanca êrîşkirina ser Efrînê artêşa xwe mezin dikin û hejmarek mezin a ciwanan jî tevlî artêşa xwe dikin. Bi armanca bidestxistina Efrînê amadekariya êrîşkirinê hene. Jixwe şehîd xistina hevalên me yên dawî de her kes pê zane û malûmê we ye. Di heman demê de jî rêjîm propogandayên operasyona Idlibê dike û bi riya ragihandinê belav dike. Li gorî hin agahiyên piştrast ku ji aliyê çavkaniyên me yên bi ewleve dayî, di nava meha Îlonê de dê operasyona Efrînê ji aliyê kurdan ve dest pê bike û kurd dibêjin ku dema zivirandin û rizgarkirina Efrînê hatiye. Li ser vê esasî divê her endam û alîgirên tevgera me ya azad li hember van agahiyan tedbîrên cidî bigirin.”    ‘KURDÊN15 SALÎ Û JORTIR JI EFRÎNÊ DERBIXIN’   Berpirsiyar û Fermandarê Firqa 23'an a Rewşa Lezgîn Ebû Hiseyin jî, bi dengê xwe talîmat li tevahî hêzên Efrînê belav kir û got: "Her ku diçe çalakiyên YPG’ê xûrtir dibin. Ji bo alîkarî nedin wan wek e tedbîr kesên kurd ên 15 salî û jortir ji Efrînê derbixin." Hiseyîn bi dengek hişk talîmata hişyarî dide û radigihîne ku dive hemû endam bi awayekî cidî li ser vê biryarî rawestin.    MA / Erdogan Altan