Qedexeya li Colemêrgê 15 roj din hat dirêjkirin 2018-09-05 11:22:13 COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, 15 rojên din qedexeya derketina derve ya 30 herêmên Colemêrgê ya bi hinceta “Herêma ewlekariya Taybet” a berê hatibû îlankirin, dirêj kir.  Walîtiya Colemergê, 15 rojên  din qedexeya derketina derve ya 30 herêmên nêzî sînorên navçeyên Çelê, Şemzînan, Gever û navenda Colemêrgê ya bi hinceta “Herêma ewlekariya Taybet” a berê hatibû îlankirin, dirêj kir. Bi vê hincetê sivîl nikarin bikevin herêmên xwe.