Nivîskar Aktaş: Ji bo çareserî neyê dîtin dîroka şaş hat nivîsandin 2018-09-05 09:18:04 AMED - Nivîskarê pirtûka Îsyana Şêx Seîd ya Nîcanci Metin Aktaş, diyar kir ku ji bo civak li hev kom nebin û pirsgirêk çareser nebin hêzên desthilatdar dîroka şaş û derew nivîsandine.  Nivîskarê pirtûka Îsyana Şêx Seîd a Nîşanci Metin Aktaş, ku li ser îsyan û darvekirina Şêx Seîd lêkolîn kir û pirtûka îsyanê nivîsand, diyar kir ku desthiladdaran dîrok şaş girtine dest û li ser agahiyên şaş û derew dîrok nivisandine. Nivîskar Aktaş ku di sala 2011'an de pirtûka Nîşanci nivîsand, çapa duyemîn a pirtûkê ji weşanxaneya Aramê derxist. Aktaş, anî ziman ku bi vê pirtûkê hewl daye nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd bi xwîneran re parve bike û wiha got: "Me di lêkolînê de dît ku ji serdema îsyanê heta niha di polîtikayên înkar û îmhayê ya li dijî kurdan de tu tuşt nehatiye guhertin. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelên herêmê nehatiye guhertin. Hemû gelên li ser vê axê dijî wekî perçeyekî heman bedenê dibîne." Aktaş, da zanîn ku çapa yekem a pirtûka wî xelas bû û demek dirêj e dixwest çapa duyemîn amade bike, lê ji ber krîz û zextên li ser weşanan çap nekir. Aktaş, da zanîn ku tundiya dewletê ya li ser çapxaneyan gelek mezin e û wiha got: "Li vî welatî tu dikare her tiştî bêje, lê tu nikare li ser rewşa dewletê û saziyên dewletê tiştekî bîne ziman. Divê mirov bi hêz û wêrek li dijî pêkanînên dijdemokratîk ên dewletê dengê xwe bilind bike."     Aktaş, da zanîn ku pênûsa dewletê ya fermî her dem ziman û polîtîkayên manipulasyonê diparêze û wiha lê zêde kir: "Her dem dîrok û rastiyê berovajî dike. Min bi pirtûka “Nişanci"  rastiya bûyera 1925'an û Serhildana Şêx Seît anî ziman. Hem romanek dîrokî ye û hem jî evîna ciwanekî elewî ya li dijî jinek sunnî tîne ziman. Dîroka fermî wekî dîrokek derew hatiye nivîsandin. Bi vê dîroka derew civak hat tevizandin û şaş hat agahdar kirin. Zalim û zilmkar wekî mazlum û mazlûm jî wekî zalim hatin nîşandan.  Nivîskarên muxalif yên li dijî vê rastiyê derketin û rastî nivîsandin hatin bêdengkirin. Hêj tên bêdengkirin. Divê dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû bibe. Lê mixabin bi agahiyên şeş civakê jahrînî dike. Bi derewan rastiya Şêx Seîd berovajî kirine û bi gelê Dersimê dane bawer kirin. Ji bo civak li hev kom nebe û bi hevre pirsgirêkên xwe çareser neke her dem dîroka şaş û derew nivîsandine. Mîna li dora Dersimê tê gotin 'Şêx Seîd Efendî hatiye mala Seîd Riza. Seyid Riza jî xwestiye sewalekî-ê serjê bike. Le Şeyh Said  gotiye 'Sewalên hûn serjê bikin ez naxwim' û red kiriye. Seyid Rıza jî Şêx Seîd ji mala xwe qewirandiye' Derewenên bi vî rengî pir zêde belav kirine û xwestine bi van derewan gel û civakê der barê Şêx Seîd û Seît Riza de şaş agahdar bikin. Rastiyek wisa tune ye. Ji ber ku dewlet naxwaze kurdên elewî û kurdên sunnî bên cem hev."    Aktaş, da zanîn ku êdî gele kurd êdî vê pirsgirêkê qebûl nake û xwest hikûmeta îktîdarê hişê xwe bide serê xwe û li gorî rastiyan û heqîqetê gavan bavêje.