Endamên Meclîsa DBP'î ji ber ku li aqûbeta milyonek TL'yê winda pirsîn, şaredar gef li wan xwar 2018-09-05 09:17:04 ÇEWLIG –  Hat derpêşkirin ku Şaredarê Çewligê Yucel Barakazî, gef li endamên DBP'î yên di civîna Meclîsa Şaredariyê de "nelirêtî" teşhîr kirine xwariye. Berdevkê Koma Meclîsê Aydin Burçun destnîşan kir ku milyonek TL winda ye û got: "Barakazî, piştî çapemenî derxist gef li hevalên me xwarin."  Li Şaredariya Çewligê, şaredarê AKP'î Yucel Barakazî di civîna Meclîsa Şaredariyê ya di 3'yê Îlonê de pêk hat piştî ku çapemenî ji eywana civînê derxist, gef li endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'î ku "nelirêtî" teşhîr kirin xwar.    ‘TU YÊ BIBÎNÎ!'    Berdevkê Meclîsa DBP'ê Aydin Burçun, bilêv kir ku di meha Remezanê de wan 448 hezar lîreyê ku hatiye gotin ji bo xwarina fitariyê ya ji bo hezar û 500 kesî hatiye xerckirin teşhîr kirine, ji bo rê li ber bêrêtiyê bê girtin wan bi desteka endamên meclîsê yên AKP'î erk stendiye û ji ber ku wan milyonek TL'yê winda lêpirsîn kiriye, Barakazî bi awayekî êrîşkar nêzî koma wan dibe. Burçun, destnîşan kir ku 5 sal e di tu civînekê de çapemenî nehatiye derxistin, lê belê dema civîna meclîsêd est pê kir Barakazî çapemenî derxistiye derve û got: "Wek koma DBP'ê me jî got ev tişt ne demokratîk e. Li gor usûlê divê ev rewş di çapemeniyê de cih bigire. Li ser vê Yucel Barakazî, koma me bi provakatoriyê tawanbar kir. Dema me îtiraz li vê yekê kir heqaret kirin. Û bi awayekî tund gef li koma me xwarin. Li hevalekî me zîvirî û got 'tu yê bibînî ez ê çi bînim serê te.'"   ROJNAMEVAN: EM NIKARIN NÛÇEYÊ ÇÊBIKIN    Burçun, diyar kir ku wan xwestiye nûçeya vê yekê bê çêkirin, lê belê rojnamevanan gotiye "ew nikarin di vî warî de nûçeyan çêbikin". Her wiha Burçun diyar kir ku eger tiştek bê serê endamekî koma me berpirsiyar barakazî ye.    MA / Lezgin Akdeniz