Gardiyan: Em ê te bikujin 2018-09-05 09:12:57 ENQERE - Necla Er, xwişka girtiyê nexweş Mehdî Boz got: "Dest xistine qirika Mehdî û gotine 'em ê te bikujin.' Dengê wî nebaş bû. Ji bo jiyana wî gumanên me hene."  Di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de, yek ji girtiyê rewşa wî giran e Mehdî Boz e. Boz li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê di hucreyeke yekkesî de dimîne û hat hînbûn ku 6 gardiyanan ew derb kirine.    Necla Er, xwişka Mehdî Boz, diyar kir ku birayê wê daxwaznameyek nivîsandiye û ji bo bidin rêveberiya girtîgehê daxwazname daye gardiyanan, lê belê 6 gardiyanan ew derb kiriye. Er, bilêv kir ku birayê wê bi rêya telefonê ev agahî dane. Er, destnîşan kir ku ji ber birayê wê Mehdî Boz ferzkirina nasnameyê red kiriye 13 meh in nikare bi malbata xwe re hevdîtinê çêbike û ji ber cezayê dîsîplînê jî 4 mehan mafê wî yê telefonê hatiye astengkirin.    Er, diyar kir ku birayê wê Mehdî Boz piştî 4 mehan şûnde duh bi telefonê li wan geriyaye û got: "Dema Mehdî li min geriya dengê wî bi zorê derdiket. Daxwaznameyek ji îdareyê re nivîsandiye. Lê wis atexmîn dikim derbarê binpêkirinên mafan de nivîsandiye. Çimkî gardiyanên ku birayê min daxwazname daye wan jê re gotine 'Ji bo çi te ev tişt nivîsandine. Em vê daxwaznameyê nadin' û ew derb kirine. Birayê min got 6 gardiyanan ew derb kiriye û dest xistine qirika wî û jê re gotine 'em ê te bikujin.'"    ‘LI REVÎRÊ HAT DERBKIRIN'    Er, anî ziman ku birayê wê gotiye dema ew hatiye derbkirin ji ser hişê xwe ve çûye û got: "Li revîrê hatiye ser hişê xwe. Lê li revîrê bijîşk tune bûye. Birayê min got, li revîrê jî hatiye derbkirin û bêyî bijîşk lê binere ew birine hucreyê. Dengê wî nebaş dihat. Jixwe tenduristiya wî nebaş e. Got, rewşa min nebaş e. Xwest van pêkanînan bi raya giştî re parve bikim."    'GUMANÊN ME HENE'    Erd, bilêv kir ku 13 meh in wan hevdîtin bi birayê xwe re çênekiriye û ji ber vê ew wî pir meraq dikin. Er got: "Birayê min bikujin jî dê haya me jê çênebe. Li gundê me xizmek me hebû. Bi îşkenceyê ew kuştin. Lê wî ji zinra ve avêtin û gotin întihar kiriye. Me ev tişt dîtin û em ditirsin heman tişt bên dubarekirin. Gumanên me hene. Em nizanin em ê çi bikin. Êdî bila Meclîs û saziyên eleqedar têkevin dewrê. Ji bo jiyana wî şik û gumanên me hene."    MA / Diren Yurtsever