Ji DMME’yê biryara doza ‘KCK’ 2018-09-04 17:09:12   STENBOL – Li Stenbolê 142 siyasetmedar û parêzer di bin navê “KCK” de hatibûn binçavkirin. Ji bo 142 kesan serî li DMME’yê dan û DMME’ê binçavkirinê li dijî rêgeza wekheviy çekan dît.    Li Stenbolê di çarçoveya “Doza Sereke a KCK’a Stenbolê”, “Parêzerên KCK’ê” û “Komîteya Serokatî” ji bo 142 siyasetmedar û parêzeran serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. DMME’yê biryara xwe aşkere kir.    ‘LI DIJÎ RÊGEZA WEKHEVIYA ÇEKAN E’    DMME’ê di biryara xwe de binçavkirinê li dijî di îtîraza girtinê ya nêrîna dozgerê komarê ji aliyan re teblîx nekirine û biryar dane û li dijî rêgeza wekheviya çekan û ji ber vê yekê jî li dijî xalên 5/4 û 5/5 ên Peymanê ne dît. DMME hewcehî bi tespîta binpêkirinên manevî ku tatmîn çêbike bi tazmînatê nedîtiye û ji bo her serlêdanerek Tirkiyeyê 250 Euro lêçûyîna darizandinê razîne hikum kir.    DMME dê di pêvajoya pêş me de têkildarî serlêdana girtina siyasetmedar û hiqûqnasan jî nirxandinê bike.