4 kesên di çalakiya Panahî de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2018-09-04 16:45:57   STENBOL - 4 kesên di çalakiya şermezarkirina îdamkirina aktîvîstê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    4 kesên duh xwestin li dijî biryara darvekirina aktîvistê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî li ber Sefaretxaneya Îranê ya Stenbolê çalakiya şermezarkirinê pêk bînin, hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya wan a Midûryeta Polîsan hat girtin, sewqî Edliya Çaglayana Stenbolê hatin kirin.   Muazzez Uslu Avci, Selçûk Avci, Ercan Bîlgîlî û Mîne  Kaynak piştî îfade dan dozger, serbest hatin berdan.