Ji ber ku kar nedît xwest întîxar bike 2018-09-04 16:15:01   STENBOL – Kesek bi navê Sebahattîn Demîrbozan bi hinceta karek bike nabîne derket ser vînca înşata Mizgefta Taksîmê û hewl da întîxar bike.    Li navçeya Beyoglu ya Stenbolê kesek bi navê Sebahattîn Demîrbozan bi hinceta karek bike nabîne derket ser vînca înşata Mizgefta Taksîmê û hewl da întîxar bike. Demîrozan demek dirêj di vîncê de rûnişt û bê navber “Ji bo mirov di karekî de bixebite divê mirov şelaq be” qîr kir.    Hat zanîn ku Demîrbozan ji Şaredariya Beyogluyê kar xwestiye û kar nedanê û ji ber vê yekê xwestiye întîxar bike. Hat zanîn ku Demîrbozan berê jî hewl daye întîxar bike.    Di encama hevdîtina bi Demîrbozan re hat kirin, ew qanih kirin û polîs ji bo îfadeyên wî bigirin birin Qereqola Polîsan a Taksîmê.