'Ji bo peyva birêz Ocalan lêpirsîn vekirin’ 2018-09-04 15:23:20   ŞIRNEX  - Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz, ji ber ku  di daxuyaniya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat dayîn de, got “Birêz Ocalan” derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin û ji bo îfade bide, ji Midûryeta Polîsan bangî wê hat kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî dabû. Hevseroka partiyê ya navçeyê Fatma Gunduz metna daxuyaniya  çepemeniyê  xwend. Serdozgeriya Komarê ya Sîlopî ji bo Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Fatma Gunduz lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê bi hinceta “Birêz Ocalan” derbarê Gunduz de lêpirsîn da destpê kirin û ji bo îfade bide, ji Midûrteta Polîsan a navçeyê bangî wê kirin.