ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-22 09:00:11   *Gundiyê derketin Zozanên Korhan a “hatî qedexekirin” ya dikeve Çiyayê Agiriyê, ji ber ku leşkeran destûr nedan boriyên avê tamîr bikin, pêdiviyên xwe yên avê ji çemê 15 kîlomenter dûrî gund temîn dikin.     * Elewiyên ereb ên li Karaduvarê dijîn bi piştgiriya ku di navbera hev de saz kirine, çanda xwe diparêzin.     *Oldarên DÎK’ê bertek nîşanî teslîm kirin Kerkukê dan û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Oldaran, diyar kir ku bajarên ji dest çûn, dê bi rihê yekîtiya neteweyî bên rizgarkirin.      *Piştî çend mehan der barê qetilkirina Kemal Korkut de dozger îdianame amade kir, lê di îdianameyê de tenê der barê polîs Y.Ş. de biryara darazê hat derxistin. Kekê Kemal Korkut Ercan Korkut got ku "Ev 8 meh e kujerekî ku destê xwe ba dike û di nava me de dijî heye" û aşkera kir ku zincîra sûc heye; lê di îdianameyê de kesî cih negirtiye.   * Zarîf Garbul a piştî xaniyê wê yê li Taxa Alîpaşayê hat rûxandin, koçî Taxa Lalebeyê bû. Zarif tevî hevjînê xwe yê ker û lal û 7 zarokên xwe, li hemberî gefa rûxandinê li ber xwe dide.    *  Girtiyekî ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê nameyek şand û di nameyê de ragihand ku ji ber zêdebûna girtiyan hin hevalên wan li metbax û erde radizên   * Li Datçayê, li “Cihê Hunera Kuçeyê ya Destan” ku ji aliyê jinan ve hat çêkirin û ji 18 dezgehan pêk tê, jin tiştên ku bi destan çê dikin difiroşin. Li vî cihî bi her awayî piştevanî heye.   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, dest nîşan kir ku nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, tên wateya şer û pevçûnê. Kemalbay wiha got: “Ancax bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin.”   *  Hîndekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Akdenîzê Yaman Akdeniz, anî ziman ku divê dadgeh daxwaza mudaxiliyê ya Wezîr Berat Albayrak a ji bo doza ku rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat pê tên darizandin red bike.    * Piştî erdheja Wanê, di navbera Şaredariya Erdîşê ya AKP’î ya wê demê û TOKÎ’yê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê di bin navê “Veguherîna bajêr” de navçe veguherandin qada rantê. Li navçeyê pêdivî bi nêzî hezar jîngehî hebû, lê belê TOKÎ’yê 5 hezar jîngeh çê kirin û bi du qatan firotin.    * Li Riya Armûşê, Gola Sixkê ku ji bo avdaniyê hatibû çêkirin û ava wê heta salên 1990’î jî dihat vexwarin. Lê belê ji ber çopên li dora wê tên rijandin, qirêjî bûye û jiyana giyaneweran tehdît dike.   * 15 hezar darên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’ê li Çiyayê Erekê hatibûn danîn, ji bêaviyê hişk bûn. Şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îdia kir ku ji sedî 10’ê daran hişk bûye û wiha got: “Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.”    * Ji ber sondaja qaçax, avdana zeviyan û kêmasiya baranê di meha Tîrmehê de sedî 50 ava Sûlava Dudenê kêm bû, bi xebata şaredariyê ji miçiqandinê rizgar bû. Bi hatina biharê re pelên ku diweşin, dîmenekî bêhempa dide sûlavê û mêvanên xwe sermest dike.   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û heyeta pêre dê esnafên Êlihê ziyaret bike. (10.00-17.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 348'an de dê berdewam bike. (13.30/18.00)   * Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li Qada Khalkedon a Bakirkoyê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)    * Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DİB), dê bi şîara “Em ji bo demokrasiyê bi hevre ne. Em têk naçin" li Navenda Çandê ya Şîşliyê dê forumê pêk bînin. (15.00)    * Çalakiyla Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ku her hefte pêk tê dê bidome. (18.30)