Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir 2017-10-21 21:24:37 SÊRT - Maşîna zirxî ya polîsan vê carê li Sêrtê zaroka 7 salî Felek Batur, eciqand û qetil kir. Bav Cemal Batur, diyar kir ku wêneykî keça wê jî tune bû.    Li taxa Çalê ya Sêrtê maşîna zirxî ya polîsan zaroka 7 salî Felek Batur qetil kir.  Hat diyar kirin ku dema Felek Batur û di rêde derbas dibû maşîna polîsan a zirxî li wê xist û ew di bin xwe de eciqand. Felek a li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ji aliyê şêniyên taxê ve rakirin nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê. Bavê Felek Cemal Batur, diyar kir ku wêneyekî keça wê jî tune ku wê bibîr bîne û êşa xwe anî ziman.      Di 19'e Cotmehê de jî li navçeya Xîzanê ya Bedlisê Gulten Yaraşli ya 55 salî li ser Rêya Xîzan Tetwanê maşîna zirxî lê xistibû û jiyana xwe ji dest dabû.    Di salek dawî de zêdeyî 20 welatî di bin maşîneyên zirxi yên polîsan de man û jiyana xwe ji dest dan.    * Zarokê 8 salî yê Sûriyeyî Raşid Oso,    *Li Okmeydani ya Stenbolê, Li deşta Fîsê ya Amedê Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamit Dagtaş (63), Fikri Demirbaş (53) û Zeynep Demirbaş (76),    * Li Navçeya Lîceya Amedê pîra 84 salî Pakize Hazar,   * Li Ofîsa Amedê Xatûn Elhuman a 55 salî,    * Li Kerborana Mêrdînê Berfin Dilek a 7 salî,    * Li Wanê Sami Uçan,    * Li ser Rêya Amed Çewlikê Remzi Menteşe û zaroka wê ya 8-10 salî  * Li Wanê zarokê 4 salî Taha Kiliç    * Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê birayên hev ê 7 salî Muhammet û yê 6 salî Furkan Yildirim di mala xwe de,    * Linavçeya Hezexê ya Şirnexê Okan Înce, Bahadır Beyazlioglu kesek navê wi nehat zanîn,    * Li Cizîrê zarokê 5 salî Hakan Sarak    * Li Ser reya Êlih Sêrtê Kerem Arslan,    * Li Dêrsimê pira 71 salî Naciye Ozdemir ji aliyê maşîneyên zirxî yên polîsan ve hatin qetilkirin.