Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin 2017-10-21 20:57:50   NAVENDA NÛÇEYAN- Bafil Talabanî, der barê tawanbariyên ku piştî vekişîna Kerkûk û “herêmên gengeşiyî” xwe dan der de axivî. Talabanî, sedema vekişandinê daxuyand û wiha got: Lîderên kurd firsenda dîrokî pêpes kirin. Divê der barê kesên em xistin vê rewşê de lêpirsîn bên destpêkirin.” Kurê Celal Talebanî Bafil Talebanî der barê tawanbariyên ku piştî vekişîna Kerkûk û “herêmên gengeşiyî” xwe dan der de ji televîzyona France24’ê re axivî. Talebanî wiha got: “Fermandarên me yên li qadê, piştî şehadeta 100 pêşmergeyên me, biryareke taktîkî wergirtin û vekişiyan. Rastiya bûyerê ev e. Ji bo ku bi sedan pêşmerge jiyana xwe ji dest nedin, şer li navenda Kerkûkê belav nebe û sivîl jiyana xwe ji dest nedin, fermandarên me biryara vekişandinê dan.” ‘DIVÊ DER BARÊ KESÊN EM ANÎN VÊ REWŞÊ DE LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN’ Talebanî li ser gotina ‘xayîntiyê’ jî ev tişt gotin: “Kesên ku vî tiştî ji min re dibêjin, ez îadeyî wan dikim. Ez daxwaz dikim ku têkildarî bûyerên li Kerkûkê lêpirsîn bên destpêkirin. Ez ê tiştekî ku bibe sedema qelsbûna yekîtiya Kurdan nekim. Pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Referandûm pirsek bû divê bihata kirin lê ne hedefa me ya dawîn bû. Hedefa me ya dawîn stendina mafên Kurdan e. DYA, nûner, McGurk heta roja dawîn teklîf ji me re anîn. Heke em bi Bexdayê re müzakere bikiranan wê heta 2 salan referandûma serxwebûnê bihata kirin. Lê lîderên Kurd ev firsend bi kar neanîn. Ev şaşiyeke gelekî mezin bû. Dema ku Iraq ber bi Kerkûkê ve diçû jî firsendek hebû. Ebadî peymanek pêşkêşî me kir. Di vê çarçoveyê de wê DYA, Îngîltere û leşkerên Iraqê li baregehê bihatinan bicihkirin. Ev tişt wê rê li ber facîaya Kerkûkê bigirta. Min tenê ev peyman îmze kiriye. Ji rêveberiya YNK’ê ji 50 kesan 38 kesan ev belge îmze kiriye û ev belge di destê min de ye. ‘HÊZÊN DIN BI KÊ RE LI HEV KIRIN?’ Ev peymaneke bi rûmet bû wê kes têk neçûya. Wê Kerkûk di destê me de bûya, wê ev trajediya li ser Kerkûkê pêk nehata. Lê lîderên Kurd nikarin biryarake wisa bidin. Tekane tişta ku ez dizanim ev e, gelek caran xwestin xwe bigihînin me û peyman pêşkêşî me kirin, gelek jê ne yên qebûlkirinê bûn. Redkirina teklîfa dawîn a DYA’yê şaşiyeke gelekî mezin bû.” Bafil Talebanî li ser vekişandina pêşmergeyên PDK’ê yên ji Kerkûkê jî got “Heke min û Bexdayê me li hev kiribin, hêzên din bi kê re li hev kirine?